Ayhan GEVERÎ


 

Antolojîya Çîrokên Nûbiharê derket

Di edebîyata Kurdî de kovara herî temen-dirêj Nûbihar, eve ji 15 salan pirtir e ku wesana xwe bi Kurdîyek xwerû diket û niha jî gehestîye hejmara 104 ê...
Her wekî gelek Kurdî-hez jî bas dizanin di Nûbiharê de pir nivîskar û sairan berhemên xwe pêskês kirine.. Ji van berheman jî çîrok û siir û pexsanên berkeftî û serkeftî hatine wesandin...


Antolojîya Çîrokên Nûbiharê jî, ji van çîrokan pêk têt ên ku di kovara Nûbiharê de wesîyane.
Ayhan Geverî, ji hejmara 1ê heta hejmara 99ê arsîva Nûbiharê danîye ber xwe û di nava vê arsîva hêja de jî 34 çîrok hilbijartine û ew daxilê Antolojîyê kirine...


Her wekî Geverî di pêsgotina pirtûka xwe de jî behs diket, di Nûbiharê de zehf çîrok hatine wesandin, lê ên ku di Antolojîyê de cih digirin çîrokên modern û ên ku li gor zewqa amadekarê Antolojîyê ne... Jixwe Ayhan Geverî jî li ser vê di pêsgotinê de wisa dibêje: "Ji bo hazirkirina vê antolojîyê, min hemû çîrok û çîrçîrokên bas û nebas ên di Nûbiharê de wesîyane, berhev kirin. Bi rastî jî eger min hemû çîrok êxistibana nava antolojîyê dê hecmê antolojîyê gelek zêde biba."


Ayhan Geverî di pêsgotinê de her wisa jibilî hilbijartina çîrokan, behsa maceraya çîroka Kurdî jî dike, antolojîyên çîrokên kurdî ên heta niha hatine wesandin jî dinirxîne...


Di Antolojîya Çîrokên Nûbiharê de çîrokên 27 çîroknivîsan cih digirin, ên wekî Ali Karadeniz, Ayhan Meretowar, Bavê Xecê, Berhîm Pasa, Cankurd, Dilsad Mutî, Felat Dilges, Husein Muhammed, Rahmetullah Karakaya, Ronî War, Rosan Lezgîn, Selman Dilovan, Sidîq Gorîcan, Silêman A., Zilkîf Xweshêvî...
Di Antolojîyê de 34 heb çîrok û jibilî çîrokan jîyanên çîroknivîsan jî hene û jîyanên çîroknivîsan hem li pêsîya çîrokan cih digirin hem jî di dawîya Antolojîyê de hemû bi hev re hatine dan. Her wisa kronolojîya çîrokên antolojîyê jî besek din e ku di vê antolojîyê de xwandevan dê bibîne ka kîjan çîrok di kîjan hejmara Nûbiharê de û di kîjan tarîxê de hatîye wesandin...


Antolojîya ku ji Wesanên Nûbiharê de derketî 293 rûpel e..


Pêwîst e berhema hêja "Antolojîya Çîrokên Nûbiharê – Ayhan Geverî" di nava refên pirtûkên we de cihê xwe bigire. Kesên bixwazin xebata hêja bi dest bixînin, dikarin bi vê navnîsanê têkiliyê deynin:

Wesanên Nûbiharê, Büyük Resitpasa Caddesi, Yumni Is Merkezi, Vezneciler-Istanbul
Tel & Faks: (0212) 519 00 09
E-mail: nubihar@gmail.com, ayhangeveri@gmail.com .

Zarathustra News - zarathustra-news@comhem.se