EHMEDÊ HEPO

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Ehmedê Hepo.

Ji bo xwandina romana wî ya bi navê BIRÎN, li herî jêr biner!
  

 

 

 

Ahmedê Hepo nivîskarê kurd di ansîklopediya “Nivîskarên Azwerbeycanê


Di van dawîyên Bakûyê da pirtûka ansîklopêdîk, ya bi navê “Nivîskarên Azerbaycanê” ronahî dîtîye.

Torevan, ulumdarê bi nav û deng Têymûr Ehmedov, derheqa endamên Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê da, yên sedsala XX-XXl-ê da bi kurtî elametî daye.

Gava me navê wê pirtûkê bihîst, bê hemdî xwe, me xwest ewê bi dest bînin, wekî bê ka em binêrin, bê ji nivîskarên kurdan navê kê ketîye vê ênsîklopêdîyayê.

Me pirtûk bi dest anî û di derbarê çar ewladên Kurd, Ahmedê Hepo, Husêyn Kurdoxlû, Şamîl Delîdax, Kînyaz Mîrzeyêv de gotarên heyî bi çavbirçîtî xwend.

Yên dunya xwe guhestin û çûn rahmetê, yên zindîtîya tendurustîya berdewamî, serfîrazîya afirandarîyê xwest û firnax bûn. Derheqa her yekî van serbilindan da weke mecalên heyî bicedînin wera qal bikin.

Vê gotara yekemîn rewayî Ahmedê Hepo dikin, ji ber ku, him navê wî di pirtûkê da li pêşîyê tê kişandin, him jî afirandarîya wî seranser bi Kurdî ye, ne nihêrî wê yekê wekî bi Azerbaycanî jî di çapemenîyê da nivîsên Ahmedê Hepo zû-zû ronahî dibînin. Him jî ya sereke ew zimanzanê Kurdî, dersdarê min yê zimanê zikmakî ye.

Çawa ku di ansîklopedîyan da gotar bi kurt têne nivîsandin, em jî wê gotarê, çawa lê bûye, ûsa digihînin we brêzan.

Apîyêv Ahmed Hepo oxlû-nivîskar, publîsîst, ji sala 1998-an de endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê, ji sala 1973-an de endamê Yektîya Jûrnalîstên Azerbaycanê ye.

20-ê gulana 1934-an li gundê Şirranê, nehîya Artaşatê, Azerbaycana Rojava ji dayîk bûye. Wextê rêprêsîyayê tevî dê-bav, qewm-pismaman ra hatîye nefîkirinê li Qirxizîstan (1937). Gava deh salan şûnda destûra vegerê hatîye dayîn, bona ew vegerin warên kal-bavan, fermîyên Ermenîyan, nehîştine ku malbetên kurdan yê hatine nefîkirin, vegerin cî-warên xwe. Ev qewimandin, di jîyana têgihêştîyê 13 salî da veguhastina pêşda tîne. Mekteba navîn li gundê Aranê nehîya Yêvlaxêda xilas dike.

Înstîtûta Pêdagojîya Dewletê ya Ermenîstanê, fakûlteya wêjeyê ya beşa Azerbaycanê xitim kirîye (1964). Gotarên civatnas û serpêhatîyên xwe yê pêşî jî vê navbênê di rojnameya kurdî (“Rîya teze”) û bi Azerbaycanî (“Sovyêt Êrmenîstanê”) dide weşandin.

Pirtûkên serpêhatîyên pêşî, “Adar” û “Emr gul vedide” salên 1965-1975-da li Êrîvanê hatîye weşandin.

Sala 1970-ê da bi malbetê ra barkirine Bakûyê. Di îdara çapemenîyê da û pevgirêdanên tomerîya din da parastina sira dewletê ya rex kabînêta wezîrîya Rêspûblîk(Komar)a Azerbaycanê da çawa redaktor, redaktorê sereke, wek serwerê wê beşê, qederê 30 salî kar kirîye.

Li wira bi tevayî afirandarîya wêjeyî û zaniyarî domandîye. Ser lêkolîna mijara “Motîvên mêrxasîyê di dastanên gelê Kurda” da kar dike.

Sedrê yekemîn ya navenda çanda Kurd “Ronahî”yê, ya Rêspûblîka Azerbaycanê, serek rêdaktorê yekemîn ya rojnama “Dengê Kurd” bûye.

Ji roja hatîye damezirandin, serwêrê beşa zimanê Kurdî ya şîrketa Bernamên Teleradyoya Dewleta Azerbaycanê ye.

Bûye rêdaktorê çend pirtûkên ku bi Kurdî yên ku li Bakûyê hatine weşandin.

Povêst(helbest)a “Bawerî” sala 1990, romana “Birîn” sala 1996-an da ji alîyê weşanxana “Azerneşr”ê da bi tîraja tomerî hatîye weşandinê.

Weşanxana “Genclîk”, pirtûkên wî yê bi navên “Karîbarên gelê Kurd” di sala 2000, “Hêsirên xûnê” di sala 2002-an da bi tîrajeke mezin va çap kirîye.

Povêsta helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr ya bi navê “Du evîn, du gulle” wergerandîye zimanê kurdî.

Romana “Birîn” (2005), povêsta “Rêwîyê bê mal” (2006) li Kurdisana Başûr bajarê Hewlêrê da hatîye weşandinê. Bi serencama Prêzîdênt(Serok)ê Rêspûblîka Azerbaycanê, bi mêdal(nîşan)a “Tereggî”yê va hatîye rewakirinê.

Rêzdarno, tiştên ku me li jorê ji we ra qalkir, ji pirtûka navkişandî bû. Heq heye ku ji bona qedirgirtina rewşenbîrê Kurd yê zehmetkêş em bidine kivşê, hinek dîtin û nêtên xwe jî bînine ser zaran. Lê bi gotereke kurt, emê nikarbin afirandarîya Ahmedê Hepo şirove bikin, tenê dikarin hinek nêrînên xwe bînin holê, him jî me navê gotara xwe “Ji xerîbîyê hetanî welat” danî.

Di nava vê sernivîsarê da, çarenûsa bi hezaran Kurdan hatîye pêçandin, yek jê jî ya Ahmedê Hepoye.

Afirandarîya Ahmedê Hepo, mîna avên kanîyên gur, yên çîyayên Kurdistanê, her tim ji belekîyan, dike bilqe-bilq dikişe, rê dirêj bûnê hêza xwe zêde dike bi dengekî xuzayî xweş va dike guşe-guş û ji ku derbaz dibe tenê hînbûnê, şênbûnê tîne, der-doran dixemilîne, jîyana mirovan ra risq û bereketê tîne, wan ruhdar(zindî) dike. Çiqasî deşt û bestên ku hewceyî avên çîyayê saf in, em kurdên Azerbaycanê jî hewcî afirandarîya Ahmedê Hepo ne. Lewra ew li Azerbaycanê dûmeqeskê bedewnivîsara zimanê zikmakîye.

Salên 30-î, yên sedsala bîstan da, di nava salên hebûna Qeza Kurdistanê da çend pirtûk bi kurdî hatine weşandin û lema jî îro em bi firnax, bi şabûn dibêjin wekî li Azerbaycanê bi kurdî çend pirtûk ronahî dîtine. Lê mixabin, ew pirtûkana mîna tavekê, mîna xewnekê hatine, çûne. Ji wan tiştek neighîştîye silsilet(çîl)a me.

Heger ez rastîyê bi zar bikim, bila tu kes ji wê şikberîyê neke. Di nava dunya Kurdan da, pirtûk gelek dihatin weşandin. Lê li Azerbaycanê, di pey hilweşandina Qeza Kurdistanê ra, yanê ku ji salên 30-î hetanî sala 1990-î tu pirtûk bi kurdî nehatibûn weşandin. Hema wê salê pirtûka Ahmed Hepo ya bi navê “Bawerî” ronahî dît û bona cîlên silsileta me bawerîyek mezin anî.

Pirtûka “Bawerî”-îyê ji me ra bawerî anî, wekî zimanê hunda nebe.

Romana “Birîn”-ê birîna me, kula dilê me derxist holê, wekî ewana ji sedsalan va neyên ji bîrkirin. Gava derdê birînê, ku lê xwanê bûn û şûnda, dikarî dermanê wan peydakî, wana qenc bikî.

Pirtûka “Karîbarên gelê Kurd”, ji bona xemla folklora gelê me, xelateke bêbinî û taybetî ye. Ji ber ku di wê pirtûkê da, mînakên wusa hene, ewana ji alîyê beşeke gelê me va yên ku ji welatê xwe qetîyane hatine afirandin.

“Hêsirên xwînê”, hêsirên gelekî bi mîlyonan e ku her kes bi awayekî dibarîne. Lê du dermanê wê yê sereke heye: yekbûn û hevgirtin e.

“Rêwîê bê mal” da ew yek hatîye nitrandinê, wekî kalemêrekî bê mal, tê digihîje li mala xwe-Kurdistan û di armanca hemû temenê xwe, di jîyanê da serfiraz dibe.

“Xemildarên jîyanê”, bersîvdarîya torevanî ya ji bo gelê xwe, ji bo dost û hogirên xwe ye.

Torevan, dixweze tore rê nesla dahatû bide ku buhurîya xwe ji bîr nekin, him jî ji bona gelê xwe bibin ewladên layîq û serbilind. Her dem, her roj, her seet xizmetê ji gelê xwe re bikin. Xizmetkarîya here pêşî jî ewe ku jîyana xwe bi mêranî, bi durustî derbaz bikin, bila her kes bi dilekî beristan bêje: “ew ewladê gelê xwe yê Kurd e”. Bi taybetî Kurdên li welatên dereke dijîn. Çawa Ahmedê Hepo, di hemû emrê xwe da ji gelê xwe ra tenê serbilindayî anîye.

Ez dîrokzan nînim, lê îro ev yek rastî ye ku çarenûsa Kurdên Azerbaycanê hatîye gihîştîye rêza gelên kêmjimar.

Min tê da dît, wekî derbarê kesayetî û niştîmanîya Ahmedê Hepo da çend gilîyan bêjim.

Me got, wekî ku av, xweza, jîyanê dixemlîne. Lê carna av, tevlî fêda xwe bobelatê jî tîne, zîyanê dide der-doran. Lê ava kanîyê, ava ku, ji kûrîya erdê tê, tu demê xerabîyê, zîyanê pêşda nayne.

Afirandarîya jîyana Ahmedê Hepo jî ji kûraya dilê wî tê. Çi dinivîse bila binivîse, teqil datîne ser wê yekê, wekî ji gelê xwe ra serberjêrîyê neyne.

Her gava xwe, weke gel dibêje, sed car dipîve, paşê davêje, wekî ji qewm û pismaman, dost û hogiran, gelê xwe, dewletkarîyê ra zîyanê nayne.

Ne ku mîna hinekan, wekî xwe kifş dikin çawa xemkêş, xêrxwazê gel, lê di kirinên xwe da tenê kara xwe tîne ber çavan.

Gava hinekî heta ku xurca wan xwar bûne bar dikin û diçin welatên dereke, gel dikine nava rewşeke giran. Paşê jî bona fêda xwe ji wir kevir davêjin bostanê vîya, wîya, avê şêlû dikin, derdkêşên gel, çawa xwe didin kivşê.

Heya sîyasetê jî tu demê nikarbûye jîyana Ahmede Hepo ya mîna ava kanîyê, şêlûke. Di nava wexdê rêvebirina çend Serekvanîyê Rêspûblîkayê de, salên dirêj peywîrên bersîvdar da kar kirîye, bûye sedrê yekemîn yê Navenda Çanda Kurd “Ronahî”yê, çend salan bûye redaktorê rojnama “Dengê Kurd”. Ji roja çêbûnê ve (sala 1993-a) hetanî niha serwerê beşa zimanê kurdî ya Teleradyoya dewletê ye.

Lê carek jî ne li bal gel da, ne li bal dewletê da gavekî netê ne avîtîye. Lema jî navekî bilind, rûmeteke mezin qezenc kirîye. Gilîyekî wî, li bal tu kesî nabe dudu.

Ahmedê Hepo, bêjimar bi mirovan ra qencî, xêrxwezî kirîye. Tu kes, usa ew bixwe jî nikare navên wan bijmêre.

Lê dixwezim her tenê qewimandinek ku bi şahidîya min bûye, ji we xwendevanan ra qalbikim.

Destpêka salên nodî, ya sedsala buhurî bû. Li Rêspûblîkayê, hemû pirsgirêk bi hevdilîyan, qaosê hukum dikir. Kurê kurdekî ku, li bajarê Sûmgayitê dijîya, bi neheqî hatibû girtin, şeş sal cezayê zindanê dabûne wî. Çawa dibên dengê belengazî ne digihîşte tu kesî. (Min navê wî nivîsîbû, lê bi hêvîkirina mamoste Ahmed derxist). Rojek em li navenda çanda Kurd da rûniştibûn, ji wir, ji vir bi hev ra hereket dikirin. Çawa bû, kê got nizanim, gilî hat ser wî xortê reben. Min wê çirkê seh kir ku, rengê Ahmedê Hepo çawa reş xeniqî, bi dengekî xetimî, giran-giran pirsî:

- Rastî jî ew xort tawanbar nîne?!
Bijîjkê navdar, dostê wî yê bi salan, yên ku, bawerîya wan miqîm bi hev ra heye, doktor

Dostelî bi posîde, bi xemxurî axivî:

- Erê, Ahmed muellîm, ew xort neheq hatîye girtinê. Mixabin aniha tiştên awa zû-zû diqewimin.

Mamoste pirsî:

- Ew li kîjan girtingehê ye? Bersîv stendinê şûnda kere-ker nav, paşnavê wî xortî nivîsî û bin lêva da du-sê cara got: “pak, pak.” Piranîya beşdarbûya qet tiştek sehnekirin.

Ji wê rojê 15-20 roj derbaz bûnê şûnda, bavê wî xortî ji bijîjk Dostelî ra li têlê dixe. Bi kelogirî dibêje:

Tuyê bawer nekî, wekî lawê min temam aza kirin. Ahmed muellîm kîye? Gotin ku, Ahmed Apîyêv piştevanî li wî şuxulî kirîye.

Carna, gava di derbarê yekî da gilîyên qenc dibêjî, yan jî dinivîse çavnebar hezar tiştên netê derdixin holê. Lê ez bi sonda mêrên mêrxas sond duxum, wekî ew ewledê kurd, êdî bavê çend ewledan e, lê Ahmedê Hepo hêjî wî xortî nasnake.

Rêzdarno, ji dehan, ji sedan kirinên Ahmedê Hepo, me yek anî serzara ku, hûn bi xwe bi dilpaqijî qedr-qîmetê wî rûsipîyê kurd bidin.

Nivîskarî jî hunermendîyek e dijware. Her nivîskarek dinivîse, diafrîne, karê dike, qezenc dike, malbeta xwe xwedî dike, jîyanê derbaz dike, mîna senetkarên din.

Qewlên heyî ra girêdayî mamoste Ahmedê Hepo ji vê kar-qezencê jî dûre.

Mirovatîyê da bi sed hezaran, di nava her gelî da bi sedan, bi hezaran hunermend hatine, çûne. Carna usa bûye, qe gund-bajarê wan da jî kesekî karpêkên wan nexwendine.

Lê nivîskar, helbestvan, xwedan qelemê ku, afirandarîya wî ji kûraya dil tê, bi canecan, bi dilpaqijî, berbirî xwendevana dibe, bi xwemxurî nêzîkî astengîyên qewm-pismam, der û cîran dibe, kul û birîn, êşa gelê xwe, ya xwe hesab dike, wê demê ew dibe hunermendê gel, hizkirîyê mirovan.

Bi gorîya min Ahmedê Hepo xwedanê qenderên qenc in.

Payîza sala 2006-an bû. Bilindbajarê Rûsîyayê, li Moskvayê Konfransa Kurdan derbaz dibû. Ji Azerbaycanê ez Fexreddînê Muzeffer, Xalidê Evdilbarî û Ahmedê Hepo tevgelî konfransê bibûn.

Çawa eyane, destpêbûna civînê da hat gotin ku serdar û serwêrtîya konfransê bihata bijartinê. Di vê pirsê da nêtcudatî derkete holê. Nûnerên Kurdan her yek ji welatekî, ji parwelatekî Rûsîyayê hatibûn, her yekî dixwestin navzendê xwe pêşta bikişînin.

Ez li cem heval Çîya yê ku yek ji serwerên Mala Kurda bû, rûniştibûm.

Min bi dengekî nizm wîra got ku, vê xaosê her tenê Ahmedê Hepo dikare rastsere bike. Heval Çîya destûr xwest, rabû barîgehra, got:

- Navzendekî min jî heye, Ahmedê Hepo.

Bawer bikî, wê weşê seqirtîyêk barîgeh hingaft, çend çirkan şûnda gişka bi hevra destên xwe bilind kirin. Min zû va seh kiribû, wekî piranîya beşdarbûyan mamoste nas dikin, lê min ewqas jî nizanîbû.

Konfrans bi serektîya Ahmedê Hepo, bi rêkûpêk çend rojan domand û bi serfîrazî serhev da hat. Nizanim mesele-metelokekî kîjan gelî da awa dibên: “Pêxember li welatê xwe nayê naskirin”. Bi nêrînên min ev gotin pirtir li bejina me kurdan tê. Lê niha şukur dewran hatîye guhastinê, hemû xisletên xerab-pûç, bi tevayî ew taybetîyên nebaş jî di nava cîwanên me da roj bi roj kêm dibe, ji holê tê hildanê. Minakekê jî bînime serzaran:

Hema rojên wê seredanê da, lawekî Azerî me dewetî mêvandarîyê kiribû. Digot: “Ahmed mamoste, li Bakûyê di karekî alîkarîyeke mezin li min kirîye, ew tu dema ji bîra min neçûye!”

Em li rêstoranekê şên da, nêzîkî sûka bi navê “Çêrkasskî” rûniştibûn. Me şirîn-şirîn bi hev ra galgal dikir, nan dixwar. Min seh kir ku sê-çar cîwan yên ku hinekî dûrî me rûniştine dirêj-dirêj bi alîyê me da mêze dikin, xwanêbû ku di derbarê me da diaxivîn. Bi rastî hinekî jê nerehet bûm, Moskva bajerekî hevalîyê ye. Ewana jî ne rûs bûn. Hinekî şûnda ji wan xortana yek nêzîkî me bû, bi şermokî, bi tirkî pirsî:

- “Biborînin, hûn Ahmedê Hepo nînin?”.
- Erê, ez Ahmedê Hepo me! got mamoste û bersîv da.
Xort bi dengekî şa, bi kurdî berbirî hevalên xwe bû:
- Min ji we ra ne got, `ew Ahmedê Hepo ye, nivîskarê me yê ji hêla Azerbaycanê ye.
- Ez wê demê him şabûm, him jî posîde bûm, kavila kulê di mala Ermenîyan keve, me hê destpêkiribû afirandar hunermendên xwe nas dikir, wana em ji warên kal-bavan derbeder kirin. Naha zaroyên me piranî qet bi zimanê xwe jî nizanin, ne ku pirtûkan bixwînin.

Ew xort, hate dest-rûyê mamoste, balderî kir û got: “hûn mêvanên min in.” Lê brayê me yê Azerî bi tu awayî qayîl nebû. Wê gavê lawikê xwînşêrîn yê ji Kurdistana Bakûr got ku “mamoste, hêvî dikim hûn kengî dixwezin, ezê li pey we bêm otêlê.” Lê dema me tune bû.

Di jîyanê da hesret û kesera her mirovî heye. Lê di vî alî da hestên kesayetên hêle kûrtir dibe.

Ez li ser wê baweriyê me ku, armanca hemû Kurdên dunyayê ew e ku here Kurdistana Başûr, Kurdistana azad bibîne, zîyaret bike. Lê bi nêta min hesreta welêt, armanc û xwestina dîtina Kurdistan li Azerbaycanê di bal du kesayetên me yê navdar da bi awayekî din bû, yanî ku ewana bi şev û roj dikirin axin, dilê wan dikizirî.

Yek ji Kelbecera rengîn helbestvan, lêkolînvan, dîrokzan, êtnograf, xwedanê zanînên ansîklopedîk Şemîlê Selîm Eskerov bû ku hesreta Kelbecerê û Kurdistana azad çawa wek kul û birîn bi xwe ra bir axa sar.

Yek jî nivîskarê me yê naveyan, lêkolînvan, folklorzan, nefsdarê civakî yê serbilind, piştevanê bêpiştan, Ahmedê Hepo bû. Şukur, Ahmedê Hepo ne ku tenê Kurdistan zîyaret kir, him jî ji alîyê warhêşînê nemir Mûstafa Barzanî, Prezîdentê Kurdistana Azad kek Mesûd Barzanî da hate pêşwazîkirin, çend pirtûkên wî li Hewlêrê hatine weşandinê. Ez bi xwe şahidê wê yekê bûm, civata rewşenbîrên Kurdistanê Ahmedê Hepo rind nas dikin, rûmeta wî kalamêrê Kurd bilind digirin.

Min ra li hev hat tevî mamoste Ahmedê Hepo destpêbûna sala 2011-an çûm Kurdistanê. Nitrandina wê seredanê ne ku ez, xwedanqelemên herî hosta jî wê nikaribe di nava nivîsekê da bidin. Ger mirov bi hûrgilî di derheqa wan çend rojan ku me li Kurdistanê derbas kir, binivîse, ewê bibe karpêkeke mezin. Lê min tê ra dît qet nebe, çend nerînên xwe herî yên ferz, yên ku dikarin ji her kesî ra balkêşbin, binivîsim.

Bona pêşwezîkirina mamoste, çend otomobîl şandibûn firindexana Hewlêrê ya navnetewî ku bi nûhdemî, bona sed salên dahatî ra hatîye ava kirinê.

Wekî min li jorê got ku di derbarê wê seredanê da, bi hûrgilî nikarin wê di gotarekê da binivîsin. Tenê wek bîranînekê bînin holê, wê eyan be ku bê Ahmedê Hepo li Kurdistanê çawa tê naskirin û Kurdên Azerbaycanê çawa temsîl û serbilind dike.

5-ê sibatê sala 2011-a çûne zîyareta tirba nemir Mûstafa Barzanî. Bi televîzîyona fermî, ewlekarîya zîyaretê hat kişandin. Vegerînê, çûne bernameyên radyoya cî, bi navê Barzan ya ku ji berê da me dawet kiribû.

Serwerê wê, birêz Faxer, me bi dilgermî pêşwezî kir û berbirî mamoste bû: “Kek Ahmedê Hepo, hûn bi xêr hatin, ser-seran, ser çavan.” Min usa zanî wana ji berê da nas in. Lê wê çirkê jî hat zanîn ku ew navê nivîskarê eyan bihîstîye. Em derbasî odeya serwer bûn. Dîska serpêhatîya Ahmedê Hepo ya bi navê “Bijî, bijî, Barzanî” û “Xerîbo” radestî kek Faxer kir û şûnda, mamoste şanî min kir, min ji çente çend pirtûkên wî derxist ku bide radyo.

Mamoste, hinek bi şermokî got: “Kek Faxer, ez van pirtûkên xwe didim radîoya we, diqewime ku bi kêra we bê.” Mêrik rabû ser pê, hemû pirtûkên mamoste yên ku hetanî niha hatine weşandin, ji quncika pêşxuna xwe ya mezin hilda li pêşberî me danî û got: “Ahmedê Hepo, nivîskarê delal, min ev pirtûkana xwendîye, we jî baş nas dikim”. Ji dilê min hestekî firnax derbaz bû.

Him jî nêtekî hate mêjuyê min ya ku wê demê min ne anî serzaran, lê naha dibêjim:

“Nivîskarê rêzdar, ewladê gelê xwe yê hildar, jorketî her bijî! Bona gelê Kurd bijî, bona kurdên Azerbaycanê bijî!”



FEXREDÎN MUZAFFER

 

 

 

 

 



Berhema roman a Ahmedê Hepo
Li vir bixwîne:

 

 




Bitikîne Ser Vir!

B I R Î N

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum