MEMORANDUM
Agehî li ser Geşta bo Amedê
|
||||||||||||
KARÊ KOMKIRIN Û TOMARKIRINA LI NIVÎSGEHA PIRTÛKXANEYA KURDÎ LI AMEDÊ ya li bin Serpereştiya Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê
***
AGEHÎ Li Ser Geşta bo Amedê
Projeya Pirtûkxaneya Kurdî – SARA (SARA Kurdish Library Project) wek hengavê yekemîn dest bi xebata xwe ya damezirandina pirtûkxaneyeke kurdî li Amedê kir. Ev pirtûkxane li jêr serpereştî û çarçiveya Pirtûkxane û Muzexaneya Ewrûpî ya ji bo Ziman û Çanda Herêmî ye. (European Library and Museum for minority languages and culture). Delegasyonek ji Projeya Pirtûkxaneya Kurdî – SARA’yê serdana Şaredariya Mazin a Amedê û çend kesayetiyên kurd ên li herêmê kirin, da ku piştgirî ji bo vê tevgerê bigrin. Roja 13’yê Tîrmehê 2007’ê, ev delegasyona projeyê serdana Qonaxa Waliyê Diyarbekrê kir, da ku hevdîtinekê bi waliyê Diyarbekrê bi Efkan Ala’yî re pêk bihêne. Sedema vê serdanê ev bû ku derbareyê Projeya Pirtûkxaneya Kurdî – SARA’yê agahdariyan bide walî’yî û ji walî jî, ji bo bi serxistina vê projeyê pistgiriya çandî û însanî werbigire. Lê mixabin ku walî ta roja î roj bersiva delegasyonê ne vegerandiye. Roja 31’yê Tîrmehê 2007’ê jî heman delegasyon serdana şaredarê duwemîn birêz Îhsan Ugur’î kir. Her wisan jî serdana besê çandî ya saredariyê birêz M.Ali Altinkaynak’î kir. Evan kesayetiyan piştgiriya xwe ji bo projeyê diyar kirin û ji berhemên kurdî yên saredariyê pêşkêşî projeya pirtûxaneyê kirin. Ev berhemana hem pirtûk û namîlkeyên li ser çalakiyên şaredariyê ne û hem jî pirtûkên kurdî yên ji bo zarokan e. Ta nuha ji bo pirtûkxaneyê 200 pirtûkên kurdî û tirkî komê ser hev bûne. Van berheman tev hatine katalogîzekirinê. (Jçx li dokumenta li tenistî temase bikin). Me 6 pirtûk wek diyarî ji Kitêbfirosiya Gilgameş’î ya li Amedê wergirtin. Ji bo Projeya Pirtûkxaneya Kurdî – dilxwazekî xort, Nevroz Güneş ku li zanîngehê xwendevanê dadnasiyê ye bi dilxwaziya xwe xebatê dike. Ev hengavê yekemîn bû, da ku ya duwemîn rû bide û em ê wan pirtûkên ji 20 salan vir ve ye ku li SARA’yê hatine komkirinê, bisînin Amedê.
Şanenav: (Projeya Pirtûkxaneya Kurdî – SARA) |