Abbas Îsmaîl

 



Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De pirtûkeke nû ye li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibe, ji berhevkirina mamoste Abbas Ismaîl e. Ji berî çend rojan ve li Şamê ji rex weşanxaneya Dar Elzeman ve hatiye çap û belav kirin.

   Ji çend salan ve mamoste Abbas di vê pirtûkê de xebitiye ta ku wiha berhev kiriye.. Ji gelek jêder, çavkanî û civata kurdî sûde wergertiye ta ku bi vî renge bedew amade kiriye. Ji tîpa A dest pê kiriye û li gor her tîpekê dengên ku ji mirov, Lawir; Şêr, gur, piling , Beq .. Dengên bêcanan, Teyr û Tilûran, mih û berxan.. bi kurdî û hember wan jî bi erebî nivîsandiye..
Pirtûk ji 136 rûpelan pêk tê.

   Hêjaye gotinê ku mamoste Abbas Ismaîl di sala 1938 an de li gundê Sada çêbûye, di sala 1962 an de bûye mamoste û wiha gelek şagirt li ber destê wî mezin bûne ku niha bûne doktor, endezyar û avokat.. Ji ber kevinbûna wî, ku ew ji pêşengên mamostayên kurd e li Cizîrê bi navê mamoste Abbas hatiye naskirin..

   Jiyana wî di gelek qonaxan re derbas

bûye, gelek kar û barên têvel di jiyana xwe de kirine, wiha jî yên konevanî; di destpêkê de endamekî aktiv bû di partiya komenîstên sûriyê de, vê paşiyê ji ber mêldariya wî bi rex kurdewariyê de dûrî komenîstan ket û wek kurdekî welatparêzî serbixwe dest bi nivîsîna bi zimanê kurdî kir û ta niha çend pirtûk berhev kirine ji wan:

1- Gula Civatê 1995
2- Çîvanok û Pêkenok 1996
3- Em beranên ber kêrê ne 1998
4- Xelata Mandêla 1999
5- Stêr û bêr 2004
6- Fêrbûna Zimanê Kurdî 2005
7- Çend goşî ji mêwa jiyana min 2006
Em ji dil vê pirtûka wî a nû Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De li xwendevanên zimanê kurdî piroz dikin, spasiya mamoste Abbas Ismaîl dikin û hêviya berdewamiyê jê dikin.

15/12/2009

 

Qamişlo

 

Cemşîd Bagokî