A. BALÎ
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
KURTEJIYANA A. BALÎ
A. Balî li Kurdistana Bakûr di sala 1940 î de hatiye dinê. Li gundê Gurê zaroktiya wî derbas dibe. Di wê demê li gundê wî dibistana seretayî nîn bû. Di navbeynê de nîv sedsal derbas bûye îro jî li wî gundê dibistana hatî avakirin de mamhoste lê nîn e. Li gundê cinar dibistana seretayî qedand sunda dibistana navîn û lise di sala 1963 an de qedand. Sala lise qedand dest bi memurtiyê kir. Li gel karê memurtiyê li sala 1972 an de li Zanîngeha Enqerê, besê Ziman û Wêjeyê tewaw kir sunda ew dest bi mamostetiya lîsê dike. Zilm û zordariya nijadperestiya Tirkan ya wê demê li ser soresger û neteweya Kurd roj bi roj zêdetir dibû. Ji bo sedema çend bûyeran ew ji kar hate avêtin. Di sala 1973 an de li ser bîryara bête girtin, ew derket çû Ewrûpeyê. Qasî salekê li Ewrûpa ma sunda, li gor mercên wê demê hikumatekî nû bi zirûfên gelerî xwe nîsan dida hat ser rêvaberiya Tirkiyê û serok wezîrê wê demê gazî mamhosteyên derketin dervayî welat dike. Li ser vê gazîkirinê A. Balî dest bi diktoreya pêkirî berdide, vedigere welat û dîsa dest bi mamhostetiya wêjeyê dike. Îzna havîna sala 1976 an, ji bo du mehan ew diçe Elmanyê. Li Elmanyê meqamên Tirk pasaporta wî jê distînin. Pasê jî neheqiya herî mezin wînî ji hemwelatiya Tirkiyê derdiêxin. Wê demê sunda qasî bîst salan ew nikare biçe welatê xwe yî sîrîn Kurdistanê bibîne.
Li Elmanyê ji bo zarokên beyanî ew dibe dersdar. Li revra
jî di Zanîngeha Berlînê ya Aza de Polîtologî
(Rêzanî) dixwîne û di sala 1983 an de wê tewaw
dike. Di wê zanîngehê de li ser rewsa Kurdan çend semîneran
jî dide . Li wê zanîngehê, besê Îranîstîk
de dest bi diktoreya li ser mijara “Rêzimana Kurdî”
dike. Ew karê zanistî li sala 1992 an de li Stenbolê di nav
wesanên “Alan” de tê çapkirin. Di Zanîngeha
Enqerê de dema zimannasî (Lînguîstîk) dixwend
ew fêrî zimanê Farisî, Moxolî, Ezerî û
Fransizî dibe. Dema diçe Elmanyê ew hînî zimanê
Elmanî jî dibe. Li ser zaravayên Kurdî û alfabeya
Kurdî ya Latînî lêkolînên zanistî
pêk tîne, seminar û konferansan de besdar dibe, diaxive.
Dema ew tê dervayî welat Komela Xwendekarên Kurd dinase. Di
nav refên komelê û di rêvabiriya gistî de ciyê
xwe digire. Kovara Dengê Xwendekarên Kurdistan der tîne û
diwesîne. Di dawiya sala 1979 an de cara yekemîn komela karkerên
Kurd li dervayî welat wek federasyon li Elmanyê saz dibe. Ew jî
di nav rêvabirên saziyê de ciyê xwe digire. Ew endametî
û karûbarên wî yên siyasî dibe sedema dadgeha
Enqerê li dijî wî dawe vebike. Lê wê demê
Kurdên siyasî gelek hindik bûn. Kurdên xwendin û
nivîsandina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî
dizanîn jimara wan ne bilind bû. Li Ewrûpa kovar û rojnameyên
Kurdî bi karên ew rojên teng de dest pêkir. Kurdên
zana û welatparêz di detpêkê de gelek hindik bûn.
Roj bi roj ewna pir bûn, dengê Kurdan li cîhan dane bihîstin.
Gotar û lêkolînên A. Balî di gelek rojname û
kovarên Kurdî de hatin wesandin. Wînî li ser gotinên
pêsiyan, li ser lêkolîna navên zarokên Kurd û
ferhenga Kurdî ya ansîklopedîk bi salên dûr û
dirêj karê xwe berdewam kir.
A. Balî dît ku, dema welatê mirov azad nebe, ew li Ewrûpe
jî bijî, hemî dinê ji bo mirov dibe girtîgeh û
zindan. Wî û hevalên wî dizanîn, azadbûna
wan, bi azadbûna gelê wan ra ye.
Wî, Cigerxwîn û Osman Sebrî naskir sunda li ser sopa
wana mesîn ji xwe re kire armanc. Ew bi kar û barê wana serbilind
bû. Ji bo vê jî hilbijartina heys dîwanên Cigerxwîn
û bi wergerandina Zimanê Tirkî pirtûka bi navê
“Kîne Em” amade kir û li Stenbolê li pey hevdu
du çap di salên 1991/92 an de wesandin. Dîwana tekoserê
nemir ya Osman Sebrî di saxiya wî de bi alikariya wî cara
yekemîn amade kir û li pas mirina wî li Swêdê
sala 1998 an daye wesandin. Çapa dîwanê ya duwemîn
di sala 2005 an, bi sed saliya hatina wî ya dinê de li Berlînê
carek din daye wesandin.
Ew herdu saîrên Kurd yên gewre tesîrek mezin li ser
jiyana A. Bali kirin. Ji bo nasandina her du saîran wî gelek seminer
û gotar nivîsin û ewna dan wesandin. Di dawiya salên
saxiya saîrên nemir de, wana ji wî ra gotibûn: “Em
dizanin Kurdistanê çê be! Lê belê belku em nebînin!..
Lê rastî jî wana azadbûna Kurdistana Basûr nedîtin.
Lê karê wana ji bo Kurdistanê kirî, Kurd tu caran bîrnakin.
Berhemên A. Balî yên heya îro hatin çapbûyî li jêr in:
1. Berevoka Helbestvanên Kurd, wesanên Komkar, 1982
2. Alfabeya Kurdî, wesanên Rê, çapa yekemîn 1982,
çapa
duwemîn wesanên Rê, 1983, çapa sêyemîn,
wesanên Komkar,
1983, çapa çaran wesanên Înstîtûta Kurdî
li Elmanyê, 2003
3. Gurê Har û Heft Kar, çîrok, wesanên Rê,
1983
4. Hawar, helbest, wesanên Rê, 1983
5. Sebra Di Vesartgehê De, wesanên Rê, 1984
6. Kurdisch-Deutsch Fibel, wesanên Senetoya Elman, 1985
7. Jiyana Lenîn, wesanên Rê,
8. Klama Rê, Tosinê Resîd, Helbest, Kurdî-Tirkî,
wesanên Rê
9. Navên Kurdî/Kurdische Namen, wesanên Komkar, 1990
10. Rêzimana Kurdî, wesanên Alan, 1991, Stenbol
11. Kîne Em, Cigerxwîn, Helbest, Kurdî-Tirkî, 1992,
Stenbol
“ Çapa duwemîn, 1993, Stenbol
12. Antolojiya Helbestvanên Kurd, wesanên Pelê Sor, 1992
13.Gotinên Pêsiyan ên Kurdî, Kurdî-Tirkî,
pelê Sor, 1993
14. Dîwana Osman Sebrî, wesanên apec, Swêden, 1998
Çapa duwemîn, wesanên Evra, Elmanya 2005
15. Min Risva Meke, helbest, wesanên a-Verlag, 2006
16. Qerenfîl Hesreta Aßitiyê ne, helbest, wesanên a-Verlag,
2006
17. Helbestvanên Kurd yên Sedsala Dawî ( sedsala 20 an) çar
berg
Berhemên di çapê de:
1. Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Ansiklopedîk bi wêneyan,
4 berg
2. Ansîklopediya Navên Kurdî
3. Li Kurdistanê Dîmenên Mirovan, dîwana helbestan ya
nû
MALPERA A.BALÎ:
* * *

ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN KURDÎ
-HELBESTVANÊN SEDSALA 20'an-
Cilt I, II, III,
IV
Çapa Sêyem
WESANÊN RÊ - 2008
Xwendevanên hêja,
Di meha Adarê ya sala 2008 an de berhema A. Balî ya ji çar
bergan pêk hatî di nav Wesanên Rê de li çapxaneya
Druck Day li Elmanyê çap bû. Di vê berhemê de
343 sê helbestvanên Kurd yên sedsala dawî de jiyayî
û yên îro di nav me de dijîn cih digirin. Di berhemê
de bi zaravayên Kurdî (Kirdkî, Hewremanî, Soranî,
Kurmancî) jiyana helbestvanan bi helbestên wan û bi wêneyan
her çar cilt hatine amade kirin.
Ew karê ku 25 salan domandi de arsîvek helbestvanên Kurd ji nameyên destnivîs û bi wêneyên helbestvanan yên orîjînal pêk hat. Ew arsîva ya heya îro li ser helbestvanên Kurd tomar bûyî ya herî mezin e. Berhem ne tenê ji bo îro, ji bo duweroj jî yê bibe çavkaniyek bas. Helbestvanên di vê berhemê de cih digirin, êdî ew ketin nav dîroka wêjeya Kurd. Hin kesên em negîhîstî wan bila me biborin û efû bikin.
Yên bixwazin vê berhemê bi destxwexin li ser kontoya jêrîn
60 Eu bi navnîsana xwe ve dikanin bisînin...
----------------------------------
Commerzbank Berlin
Bankleitzahl : 100 400 00
Kontonummer : 2004232 00
Wesanên Rê bi çapkirin û belavkirina vê berhemê
bextewar û serebilind e. Çanda Kurd parastin û ew pêsda
birin erka li ser milê her Kurdiye. Ew erka di vî karî de
qasî ji destê me bêt, me ew pêkanî. Bi kêmasiyên
heyî me bipejêrin û pêseroja me de bi hêviya serastkirin
û zêdekirina wan, bimînin di nav xêrûxwesiyê
de...
03.03.2008
Ligel silav û rêz
Wesanên Rê
Navên alfabetîk yên 4 bergan ew in:
ABDULKADÎR MUSA, ABDULLA GORAN, ABDULLA PÊSÊW, ABDULLAH KARABAX,
ABDURRAHMAN DURRE, ADAR JIYAN, AHMAD HARDÎ, AHMED ARÎF, AHMED DESTÎ,
AHMED MIRAZÎ, AHMED MUXTAR BEGÎ CAF, AHMET OZTEKÎN, ANÎTA
HEMO, ARAM DIHOKÎ, ARIF HÎTO, ARJEN ARÎ, ARSEVÊ OSKAN,
AXÎN WELAT, AYDIN ORAK, AYHAN ERKMÊN, AZAD HECER, AZER OSÊ,
A.BALÎ, BARAN BARAVÎ, BARIYÊ BALA, BARZAN MÎRAD, BAVÊ
TOSIN, BEDIRXAN EPOZDEMÎR, BEDIRXAN SINDÎ, BEHCET MEHEMED HIRORÎ,
BÊKES RESÎD, BÊKES TÊLO, BERHÎM PASA, BÊRÎ
BIHAR, BÊRÎVAN DOSKÎ, BERKEN BEREH, BERZAN BIRÎVÎ,
BESEM MISTEFA, BESÎR MIZÛRÎ, BÊWAR BRAHÎM, BÊXÛD,
BEYAR BAVÎ, BIHRÎ BÊNIJ, BÎLGÊ ACAR, BILIND MEHEMED,
BRAHÎM QASIM, BRO OMERÎ, BURHAN HEJAR, CANKURD, CASIMÊ CELÎL,
CELADET BEDIRXAN, CELALÎ, CEMAL BALLIKAYA, CEMÎL DENLÎ, ÇERKEZÊ
RES, CIGERXWÎN, CÎHAD AMÊDÎ, CÎHAN ROJ, CÎWAN
DERIKÎ, CÎWANÊ ABDAL, ÇIYA MAZÎ, EHAM EVDILFETAH,
DERWÊS M. FERHO, DÎLAN SEWQÎ, DÎLAN ZÊB, DILAWERÊ
ZENGÎ, DILBIRÎN, DILDAR ÎSMAÎL, DILDARÊ ASTÎ,
DILDARÊ KOYÎ, DILDARÊ MÎDÎ, DILSA YÛSÛF,
DILSAD ABDULA, DIYA CÎWAN, DOST ÇIYAYÎ, EBDILMECÎT
SÊXO, EBDULEZÎZ HACANÎ, EBDULREHMAN EFÎF, EBDUREHÎMÊ
MUSÊ, EBDUREHMAN MIZÛRÎ, EDEB EBDILA MISBAH, EGÎTÊ
SEMSÎ, EHMED BALAYÎ, EHMED EBDULLA ZERO, EHMED HUSEYNÎ, EHMED
NAMÎ, EHMED QERENÎ, EKREM XAMUS, ELÎ KOLO, ELIYÊ EVDILREHMAN,
EMERÊ ÎSMAÎL, EMÎNÊ EVDAL, ESKERÊ BOYÎK,
EVDILREHÎM REHMIYÊ HEKARÎ, EVÎN ÇÎÇEK,
EVÎN SIKAKÎ, EZELÎ DOGANAY, EZÎZ NÊMETÎ,
EZÎZ XEMCIVÎN, EZÎZÊ GERDENZERÎ, FAÎK BÊKES,
FAÎK BUCAK, FATMA SAVCI, FEQÎR EHMED, FERHAD ÇELEBÎ,
FERHAD ÎÇMO, FÊRÎKÊ ÛSIV, FERYAD FAZIL
OMAR, FETHÎ GEZNEYÎ, FEYSEL MOJTAVÎ, FEYSEL MUSTEFA HACÎ,
FIRAT CEWERÎ, GULÎZER AMÊDÎ, GUNDÎ DILBERZ, HAMA
SAÎD HESEN, HAMÎD BEDIRXAN, HASAN KAYA, HEFÎZ EBDILREHMAN,
HEJAR, HEKÎM SEFKAN, HELBESTVANÊ AMEDÎ, HÊMEN, KURDAXÎ,
HEMÎD BEDIRXAN, HEMÎD DILBIHAR, HEMÎD EMÎN MUSA, HÊMÎN,
HERÎQ (XERÎQ), HESEN POLAT, HESEN SILÊVANÎ, HESENÊ
HISYAR, HÊVÎ BERWARÎ, HÎKMET MEHEMED HÎRORÎ,
HÎKMET YASÎN AKREYÎ, HISÊN M. HEBES, HISYAR RÊKANÎ,
HIZIRVAN EBDULLA, HOSENG BROKA, HOSENG OSÊ, HOZAN TEMELÎ, HOZAN
XELÎL MURSÎD EFRÎNÎ, HOZANÊ GIRKUNDÊ, HULMANÎ,
HUSÊN HEBES, HUSÊN NÛRÎ, ÎBRAHÎM ABDÎ,
ÎBRAHÎM AHMED, ÎBRAHÎM BIJRAW, ÎBRAHÎM METÎNÎ,
ÎDRÎS ÇELKÎ, ÎHSAN CÛLEMÊRGÎ,
ÎLHAMIYÊ XIDIKAN, ÎRFAN AMÎDA, ÎSMAÎL HACANÊ,
ÎSMAÎL BADÎ, JAN DOST, JANA SEYDA, JARO DUHOKÎ, JÎLA
HUSÊNÎ, JÎR DÎLOVAN, KALÊ QURDISÎ, KAMRAN
SIMO HEDILÎ, KAMURAN ELÎ BEDIRXAN, KAMURAN MUKRÎ, KAMURAN
RESÎD BERWARÎ, KARLÊNÊ ÇAÇANÎ, KAWA
NEMIR, KAWA SÊXÊ, KEÇA KURD, KEJAL EHMED, KEMAL BURKAY, KEMAL
NECIM, KIYAKSAR TEMÎR, KOÇER BÊRTÎ, KONÊ RES,
KOVAN, KURMANC HEKARÎ, LAL LALIS, LATÎF OZDEMÎR, LETÎF
HELMET, LOKMAN POLAT, LUQMAN ASÎHÎ, M. E. BOTÎ, M. E. PÊNCWÊNÎ,
M. SEÎD ALPASLAN, M. ZAHÎR KAYAN, MAHÎR BERWARÎ, MALMÎSANIJ,
MEDENÎ AYHAN, MEDENÎ FERHO, MEDHOS, MEHEMED EBDULLA, MEHEMED EMÎN
DOSKÎ, MEHEMED TANRIKULU, MEHFOZ MAYÎ, MEHMUD BADILÎ, MEHSUM
NISÊBÎNÎ, MELA EHMEDÊ XASÎ, MELA EHMEDÊ
PALO, MELA ENWER MAYÎ, MELA MEHEMEDÊ KOYÎ, MELA MEHMÛDÊ
YÛSIFÎ, MELA SADIQ, MELA XIDIRÎ DESTÎ, MEM BAWER, MEMOYÊ
ÇIYAYÊ KURMÊNC, MERVANÊ KELES, MESUD AKKO, MESÛD
SERNÎ, MESUD XELEF, MIHEMED ELÎ HESO, MIHEMED HEMO, MIRAZ RONÎ,
MIZGÎN MEHMUD, MOHAMED ÇELKÎ, MUEYED TEYIB, MUHAMMED NUREDDÎN
YEKTA, MUHSÎN QOÇAN, MÛRÛVET Y. CACIM, MUSEDEQ TOVÎ,
MUXLIS, NACÎ TAHA BERWARÎ, NAHÎDE HESEYNÎ, NARÎN
OMAR, NAVSER BOTANÎ, NECÎB BALAYÎ, NERGIZ ÎSMAYÎL,
NEZÎR MELLE, NEZÎR PALO, NEZÎRE EHMED, NÎSAN BAMERNÎ,
NUREDÎN ZAZA, OMAR DILSOZ, ORHAN KOTAN, OSMAN SEBRÎ, PERWÎZ
CÎHANÎ, PÊZANÊ ALÎXANÎ, PÎREMÊRD,
QAÇAXÊ MIRAD, QADIR QAÇAK, QADÎR RESÎD, QADRÎ-CAN,
QANÎ, RAMAZAN BOTÎ, RASTÎ HIRORÎ, RECEP DÎLDAR,
REFÎK SEBÎR, RÊKANÎ AMEDÎ, REMEZAN ALAN, REMEZAN
ÎSA, REMZÎ MELA MARÎF, RENAS JIYAN, RESÎDÊ KURD,
REYHAN SERHAN, REZO, RIZA ÇOLPAN, RIZALIYE RESÎD, RIZOYÊ
XERZÎ, RODÎ DEMÎRKAPI, ROJEN BERNAS, RONDIK AMEDÎ, ROSAN
LEZGÎN, SABAH KARA, SAHER MÎRO, SAHÎNÊ BEKIRÊ
SOREKLÎ, SALIHÊ HEYDO, SALÎM MUSTEFA EBDULEZÎZ, SEBRÎ,
SEBRÎ BOTANÎ, SEBRÎ SILÊVANÎ, SEBRIYÊ HEKARÎ,
SEDÎQ HAMÎD XALÎD, SEGVAN EBDULHEKÎM, SEÎD DÊRESÎ,
SEÎD TAHÎRÎ HASÎMÎ, SEÎDÊ ÎBO,
SELAH MIHEMED, SELÎM BIÇÛK, SELMAN KOVILÎ, SELWA GULÎ,
SEMAL AKREYÎ, SERBEST NALBEND, SERHAN ÎSA, SERKEFT BOTAN, SÊRKO
BÊKES, SÊRKOH HOPO, SEWQÎ ÎSA, SÊX ESKERÎ,
SÊX EVDIREHMANÊ AXTEPÎ, SÊX MEMDÛHÊ BIRÎFKANÎ,
SÊX MIHEMED CAN, SÊX MIHEMED KERBELA, SÊX NÛRÎ
SÊX SALÎH, SÊX RIZA TELEBANÎ, SÊX SELAM, SEYDAYÊ
DILMEQES, SEYDAYÊ KELES, SEYÎD ELIYÊ FINDIKÎ, SIKOYÊ
HESEN, SÎLAN HEMO, SILÊMAN AMÊDÎ, SILÊMAN AZER,
SIMKO AMÊDÎ, SIMOYÊ SEMO, SÎWARE ÊLXANÎZADE,
SIYAMEND SÎPAN, SIYAMENDÊ HARÎKÎ, SUKRÎ SEHBAZ,
TAHA MEZHER MAYÎ, TEHSÎN NAVISKÎ, TEMOZ SEMALÎ, TENGEZARÊ
MARÎNÎ, TÎRÊJ, TOSINÊ RESÎD, TRÎFE
DOSKÎ, USIVÊ BEKO, USMAN EFENDIYO BABIJ, VAZGAL BAZÎDÎ,
VEHÊL AMÊDÎ, VÎNOS FAYÎQ, WECÎHE EBDILREHMAN,
WEFAYÎ, WENDA SÊXO, WEZIRÊ NADÎRÎ, XALID HUSÊN,
XEBAT ARÎF, XEBAT SAKÎR, XELAT EHMED, XELÎL DUHOKÎ,
XEMEVAN, XEMGÎNÊ REMO, XEMGÎNÊ XANÎ, XIZAN SÎLAN,
YILDIZ ÇAKAR, YUSIF SEBRÎ QAMISLOKÎ, ZEKERIYA KOBANÎ,
ZEKÎ NURÇÎN, ZEYNEL ABÎDÎN, ZÎVAR, ZIYAD
NEQÎB BERWARÎ, ZULKUF KISANAK...
Li gora agahdariya nivîskar A.Balî ji min re sand,
bê guherîn min wesand.
E.X