PÊSPEYMANA SARA & IFIAS'ê
Pêspeyman
IFIAS ji hêla Civata Ewrûpî (EC) ve hatiye fînansekirin, da ku li Diyarbekrê navendek çalakiyê ya Mafê Mirovan ava bike, da ku derbareyê mafên standard ên navneteweyî xelkê herêmê û avahiyên gelêrî yên li herêmê (NGO) rohnî û agehdar bike, di gel wan hevxebatkariyê bike. Projeya Kitêbxaneya Kurdî ya SARA'yê ku pirtûkxaneyek ji ser 20 hezar berhemên ji zimanê kêmneteweyên li herêmê pêk dihê wek kelepûrek ferhengî pêskês dike ji xelkê herêmê re. IFIAS li navenda bajêr li ciyek guzîde sûnewarek bi 175m² kirê kiriye. Kiriya vî ciyî ta dawiya meha îlonê hatiye cîbicîkirin û her wisan jî ji bo vê domanê jimareyek personel jî daniye ser kar. IFIAS ji bo berdewamkirina projeyê pistî vê demê jî dest bi karê peydakirina kaniyên aboriyê kiriye. Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê ta nuha ji bo peydakirina avahiyek li nav bajêr, kaniyek ji bo fînansê peyda ne kiriye. Birêvebirin vê projeyê dixwazin di gel IFIAS'ê besdarî karguzeriyan bibin û daxwaza wan ew e ku bi hevxebatkariya bi sûd û kelk, li heman navendê gava xelk dihên û diherin û li nav karguzeriyan de ev proje wê were birêvebirinê. Her du komik jî wê di domana damezirandinê û her wisan domana pistî damezirandinê de jî berdewam li kaniyên fînansî bigerin. Li gor vê bingehê wê avahiyek li gor qanûnên Swêdê wê were avakirinê ku hevkarên vê avahiyê wê ji endamên her du avahiyan û ji kesayetiyên navdar ên swêdî werin pê. Ev avahî wê ji bo cîbicîkirina van xalan kaniyên fînansî peyda bikin: - Peydakirina avahî û kiriya wê Ji bo peydakirina kaniya fînansî, bi pêwendiyên wek avahiyên Belçîqî û Almanî ya SIDA'yê û KRG'yê ve were avakirinê. Navenda Mafê Mirovan wê Projeya Pirtûkxaneya Kurdî
SARA'yê li jêr navê Kitêbxane û Muzexaneya
Ewrûpayê ya Kêmneteweyên Herêmê were
destpêkirin. Bruksel, 10 Gulan 2007
|