Mehmed Tanrikulu - Hîbûna Kurdî

 

 

 

 

 

 

HÎNBÛNA KURDÎ

 

Li bajarê alman li Kolnê danasandina du kitêbên dersa kurdî pêk hat. Di civîna danasandina kitêban de berpirsên Komeleya Dibistanek ji bo Kurdistanê, niviskarên wan û gelek mamoste û pedagogên kurd beþdar bûn. Kitêbên bi navê ‘Hînbûna Kurdî’ ku ji alîyê Dr.Ahmed Beyik, Dr. Rosemarie Neumann û Mehmet Tanrikulu hatine nivisandin dê di hemû xwendegehên Almanyayê yên li wan dersa kurdî tê dayîn wek kitêbên dersê werin bikaranîn.

 

Kitêba yekê bi hevkarîya Grûba Xebatê ya Mamosteyên kurd, ji alîyê mamostê dersa kurdî û zimannas Mehmet Tanrikulu ve bi duzimanî (kurdî û almanî) hatiye nivisandin, bi wêneyan hatiye xemilandin û ji bo xwendekarên klasa I. û heta II. yên dibistana serate bi navê Hînbûna Kurdî hatiye amadekirin. Kitêb 44 rûpel e û ji bo ji alîyê xwendekaran bi asanî were bikaranîn, hatiye amadekirin.

 

Kitêba duyem jî bi heman navî ji alîyê Dr. Rosemarie Neumann û Dr. Ahmed Begik ku herduya jî demek dûr û dirêj li Zanîngeha Essenê dersên kurdî dane, dîsa bi duzimanî lê ji bo navser, xwendekarên Zanîngehê û kesên kêm zêde bi kurdî dizanin, hatiye amadekirin. Di vê kitêbê de giranî li ser garamatîka kurdî ye. Kitêb 240 rûpel e û ji gelek tekstên xebatê pêk tê.

 

Di danasandina kitêban de ji alîyê serokê Komeleya Dibistanek ji bo Kurdistanê Suleyman Ateþ û Grûba Xebatê ya Mamosteyên kurd hate destnîþankirin ku ji bo zaravayê zazakî jî kitêbek bi heman naverokê hatiye amadekirin û dê di demek kurt de bê çapkirin û herweha dê kitêbek jî ji bo zaravayê soranî bê amadekirin. Dîsa hat destnîþankirin ku dê Grûba Xebatê ya Mamosteyên kurd xebata xwe ji bo amadekirina kitêb û materyalên dersê yên ji bo klasên III,IV, û V.an jî bidomîne û her mamoste, pedagog û zimannasê dil dike dikare beþdarî vê xebatê bibe.

 

 

Hejayî gotinê ye ku herdu kitêb jî ji xwendekarên li Almanyayê yan jî li welatek almanîaxêv dijîn û bi metodên nû li gor norm û pîvanên ilmî û pedagogîk û mufredata xwendegehên alman û dibin çavdêrîya Daîreya Xwendeghan hatine amedekirin. Lazime bê gotin ku li gelek bajarên alman bi sala ne dersa kurdî tê dayîn lê, wezareta perwerdê xwe nade ber amadekirina kitêbên dersan û ji ber vê yekê jî mamosteyên dersa kurdî mecbur bûn bi xwe materyalên dersan amade bikin.

 

Kesê dil dikin dikarin van pitûkan bidestbixin dikarin ji vê navnîþanê;

EINE SCHULE FÜR KURDISTAN e.V.

Glockenblumenweg 4   51061 Köln

Yan jî kitêbxaneyek nêzî xwe bi van nimarayên USBNê bixwaze.

 

ISBN 978-3-87964-311-0 (Fêrbûna Kurdî, Dr. R.Neumann & Dr.A.Begik)

 

7-3-2008