KONÊ REÞ

|
|
|
|
|
|
|
![]() |
|
|
|
|
Konê Res |
Konê Res |
KONÊ RES KÎ YE?

Ez di roja 01/01 1953 an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Binxetê û Serxetê de, bi navê Doda hatime ser rûyê dinyê. Di nav eþîrekê de ku bi koka xwe Êzîdiye, ne ji dûr ve bûne misilman, navê eþîrê Bûbilanî ye…Navê min yê rasteqînî Selmanê O. Abdo ye. Lê ez di berhemên xwe de piranî navê Konê Reþ bi kar tînim, di gel çend navên din. Ango gundê min di navbera Qamiþlo û Amûdê,ji rexekî ve û di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de ji rexekî din ve deye. Ji malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewþenbîr im. Ji þeþ birayan û sê xwiþkan û yek dayê ez yê mezin im, birayê min yê di bin min re Avokatekî jîre, yê din mamosteye, yê din doktore di warê bijîjkiyê de, beþê damaran, yê din mamostaye, yê din (Laborant)e di warê bijîjkiyê de, li Almaniya akinciye û xwiþkek min mamostaye.. Min li gund xwendina xwe ya seretayî tewaw kir‚ þunda li Qamiþlo û Hesekê lîse “bakaloriya” stand. Min gelek hewla da ku xwendina xwe bi dawî bînim, lê mixabin bi min re neçûye serî, ta ku di Almanya rojava re jî derketim.
Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de me. Ez Prof. Dr. Celîlê Celîl wek mamoste ji xwe re dibînim di warê folklorê kurdî de.
Min di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdî de beþdarî kiriye.Ta niha min di çil û çar kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berhemên xwe weþandine û belav kirine. Ji kesên pêþîme di nav rewþenbîrên di Binxetê de ku min bi zimanê Kurdî nivîsandiye, piþtî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Namî, Tîrêj, Keleþ û Rezoyê Osê... Hêjî ez di kar û barên xwe de berdewam im, li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî. Ez yek ji du xwediyên kovara “Gurzek Gul” bûm, di gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî, ta bi hejmara 10 an, paþê min bi tena xwe berpirsyariya kovarê kir, ta ku hejmarên wê gîhan 15 an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 û 1992 an de, li Qamiþlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.
Min hin xelat standine. Ji wan xelatan :Xelata zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998 an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000 î de jî, hatime xelat kirin ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve, wezîrê rewþenbîriyê di hikumeta herêma kurdistanê de, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê.
Di sala 2003 an de min beþdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kir li (Diyarbekirê) Amedê. Hem ez endamê PEN a Kurdî me li Almanya, ya ku þaxeke ji PEN a Navnetewî.
Di meha tebaxa 2006 de, bûme yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û ji min re rûpelek hatiye terxan kirin di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de..Niha endamên wê ji kurdan pir bûne..Hêjaye gotinêye, ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di cihekî cihanî de bi helbestvanên xwe, di nav dewletan de bilind dibe.. www.poetasdelmundo.com Di meha nîsana sala 2006 an de, min beþdarî di festîvala Bedîrxan ya sisyan de li Hewlêrê paytexta Dewleta Kurdan ya Iraqa Federal de kir û xelat stand. Mijara min bi navê (Ala Kurdan di nav Bedirxaniyan û Barzaniyan de) bû.. Di sala 2004 an de jî, min xelata Festîvala Bedirxan ya yekemîn stand. Ew festîvala yekemîn a ku li bajarê Silêmaniyê hatibû li dar xistin.
Her wiha gelek berhem û gotarên min , di kovar û rojnameyên Kurdî yên rojane de hatine weþandin û têne weþandin. Pênc zarokên min hene; JÎN: min navê kovara JÎN lêkiriye, ew kovara ku di salên 1918/1919 an de li Stenbolê dihat çapkirin. Bi mêre li Almaniya dijî. NALÎN: Min navê helbestvan NALî lêkiriye, ew jî bi mêre û avokate. SÎPAN: min navê çiyayê Sîpanê Xelatê lê kiriye, di bazirganiyê de kar dike. BEFRÎN: di zankoya Helebê de, beþê dîrokê dixwîne. CELADET: Min navê mîr Celadet Bedirxan lê kiriye, lê mixabin ew nav lê nehat…Ez li Qamiþlo dijîm û gelekî jê hez dikim.
Hêvî û daxwazên min evin; ku ez her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwînim û seh bikim.
Berhemên min yên çapbûyî:
A - Di warê vekolîn û lêgerînên dîrokî de:
Serpêhatiyên Mîran(1) Beyrût 1991
Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî, ?am 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997 Serhildana Sasonê, 1925-1936,Þam 1995
Osman Sebrî, 1905-1993, Þam, 1997
Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Þore‚a Araratê, Erbîl, 2000
Pirtûka Qamiþlo, Lêkolîn bi Eerebî, Stenbol, 2003 û Heleb, 2004
B - Di warê helbestên mezinan de:
Welato, Helbest, Beyrût, 1998
Dergehê Jîn û Evînê, Helbest, Beyrûrt, 2001
Cûdî Çiyayê Miradan, Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm,Þam,2004
Dara Çinarê, Helbest, wergerandinaImad Elhesen,Þam,2006
C - Di warê helbestên Zarokan de:
Sîpan û Jîn, I. Beyrût, 1993
Þagirtê Bedir-Xan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
Ji sala 1514 an ve
Ta roja îro;
Di kul, êþ û janên
Gelê xwe de di ponjim.
Xemxur û zikêþê
Zimanê dê û bavê xwe me;
Yekim, ji wan kesên ku,
Li dor malbata Bedir – Xaniyan
Di xepêrim...
Ez Konê Reþ im.
Konê ku stûnên wî,
Bi kuçên ji çiyayê
Sîpanê Xelatê, Þingal,
Barzan û Agrî
Bilind dibe,
Çît û berçîtên wî
Bi zil û qamîþa
Derdora çemê Dicle û Ferat
Dibe dîwar û
Bi hevirmêþa
Mûþ û Bazîdê
Hatiye hûnandin..
Ben û þerîtên wî
Ji hiriya berxên
Þikak û Heyderan,
Keriyên koçerên Milan û Mîran
Hatiye ristin...
Konê ku ji mûyê
Bizinên zozanê Botan,
Zozanê þerfdînê û çiyayê Mazî
Hatiye çêkirin û
Bi rengê þevê
Hatiye debixdan
Da ku di rojê de
Belû û diyar be û
Xweþ bê xuyakirin;
Dinya û alem tev
Bibîne û bizanibe ku
Qet singên konê min
Ji nav xaka bav û kalan
Nayên hilkirin
Nayên hilkirin