LI VÊ HÊLA ÇEM YAN JÎ LI HÊLA DIN?
Alozî û buhran a cîhanî ya ku li salên 20'î dest pê kiribû, li gor aborvanan ji ber wê sedema, kêmçandin û kêmçinîna genêm a çend salên li pey hev bûye. Li wan salan þeþ sal li pey hev baran ne hatiye yan jî pirr kêm hatiye. Loma wan salan çandin û çinîn a genêm jî, li gor hatina baranê wisan pirr kêm bûye. Ji wan salan re dibêjin sala xelayê. Ew sala ku genim û zad kêm hebûye li nav xelkê. Hema bejê qet tunebûye jî. Loma birçîbûn û xela hebûye. Serê payizê bû. Kalê Cano ku xwediyê du jinan, 4 zaroyên biçûk û tibabek heywên bûye, salek ji wan salên kêmgenim, xwastiye ku ji Amedê here ber bi aliyê Xerzan ve, aliyê Bisêriyê yan jî Êlihê, ku ji xwe re çend barê hesp û hêstiran genim bihêne malê. Kalê Cano bi rê dikeve ku ji xwe re genimê hem ji bo çandinê û hem jî ji bo hêrandina ardî bihêne. Kalê Cano bi xwe re jî çend têr nîsk û nokan ji male dibe, ku bi genim bi guherîne. Riya çar, pênc rojan, geh piyade geh jî li ser piþta hespê dihere. Êvarekê xurakê di tûrê wî de jî na mîne û ew hîna ne gihaye welatê Xerzan jî. Gava ji birçîbûnê bêzar dibe, biryara xwe dide ji nuha û pê ve, kîjan gund li pêsiya wî derkeve, ew ê here nav wî gundî û ji wan gepek nan û tasek jî avê bixwaze. Pirr dihere hindik dihere, serê sibeyekê zû, riya wî nêzîkî çemekî dibe. Kalê Cano berî ku li buhura çem xe û jê derbas be, rastê du rêwiyan têt, ku buhurê xistine û derbasê hêla Kalê Cano bûne. Yek li ser piþta kerê piþtxûz û piþtþikestî ketiye, serê wî di ber wî de ye. Xuya ye ku pirr nexweþ e. Rêwiyê din jî bi hefsarê serê kerê girtiye û li pêþiyê dihere. Kalê Cano slav ji peyayî dide û jê vê dipirse: - Siba Te bi xêr rêwiyo! Ma li hêla din a vî çemî gund heye yan na? - Wey siba Te jî bi xêr rêwîyo! Herê herê heye. Gundê Bexçecûgê ye. Ez jî ji wir im. Nexweþê me heye ku ez dibim bajêr. - De baþ e. Wey oxira We ya xêrê be. Xwedê þîfa xêrê bide! - Oxira Te jî ya xêrê be. Xwedê ji Te razî be. Kalê Cano bi lez a birçîbûnê ji ciyê buhurê li çêmî dixwe û tevî hesp û hêstirên xwe derbasê aliyê gund dibe. Piþtî ku ji çem derbas dibe, gund jê ve xuya dike. Gava têt ber gund, ro li ber derketinê ye. Deriyê mala li rêz a herî pêþî, deriyekî pirr mazin ê dutebeqî ye. Kalê Cano ji xwe re dibêje 'ev mal bibe nebe, ji sedî sed mal a malmezinê gund e.' Hema destê xwe li hêlek ê derî dixe û derî tahn dide û diveke hundur. Hesp û hêstiran zû derbasî hewþê dike. Lê tiþtê ku bi çavê xwe dibîne bawer na ke ku rast e. Pîrejinek li nêzîkê piþta derî agir dadaye û li ser sêlê nên dipêje: - Tu bi xêr hatî! Tu kî yî? Berî ku pîrejin gotina xwe bibe serî, Kalê Cano destê xwe dirêjî nanekî nivpahtî ya li ser sêl a sor dike û nên dike çar qat û diepisîne di nav devê xwe de: - Ca ji xêra miriyê xwe tasek av jî Te daba min! Ez ji Diyarbekrê me... Bi dengê reqîna simê hesp û hêstiran li ser kevirên hewþê û bi dengê pîrejin û Kalê Cano re, þêniyê malê ku li ser xênî dirazan, þiyar bûn û serê xwe ji serê banî re, xwarê hewþê kirin. Yekî ji wan ji serê xênî bang li Kalê Cano kir û jê pirsî: - Rêwiyo Tu bi xêr hatî! Gelo tu ji riya
çem hatî yan ji riya jêr? - Ji riya çem.. ez hatim.. - Nexweþekî me hebû, me bi kerê ew bi rê kir bajêr. Du kes bûn. Gelo tu li wî aliyê çem yan jî li vî aliyê çem rast li wan hatî? Kalê Cano ku ji birçîbûna çend rojan hiþ di serê wî de ne ma bû, nanê destê xwe wisan zû dikir devê xwe û dixwar. Bi ser de jî ava sar a tasê bi devê xwe de werdikir û divexwar, dîsan bi kurtî bersiva xwedîmalî da û got: - Li vî aliyê çem.. Paþê hat bîra Kalê Cano ku berî ku li buhura çem xe û derbasê aliyê gund be, rast li nexweþê malê hatibû. Ji ber ku xwe þaþ kiribû û bersivek xelet dabû, loma dîsan got: - Lanet li çavê Seytîn be! Welleh ne li vî alî bû, li aliyê din ez rastî wan hatim! Dengê xwedîmalî ne vegeriya. Bêdengiyek bi wate û kûr derdorê dagirt. Bi van peyvên Kalê Cano re, ji ser banî 15 ta 20 serên peyayên xwarkirî yên din peyda bûn. Kalê Cano gepa wî ji nanê nîvcûtî yê sêlê wisan bêliv di ciyê xwe de ma. Ji ber ku bi dirêjbûna van seriyên ji ser banî re, pirr baþ ket bîra Kalê Cano ku ew li gundê Bexçecûgê ye. Tevaya gundiyên Bexçecûgê jî Kurdên Êzdî ne! Kalê Cano pariya dawî jî tam ne cût. Nîvcûtî parî lez û bi zorê ji gewriya xwe þiqitand û derbas kir. Di nîvkêliyek de, nanê mayî yê destê xwe xist xwarê û destê xwe yê vala avêt þeþderba xwe ya ku li nav têra piþta hêstirê bû. Bi destê dinê jî bi hefsarê hespê girt ber bi xwe de kiþand. Serê hespê zû zîvirand ber bi deriyê derve de. Serê lûleya þeþderbê zîvirand ser banî û bi destê dinê jî hesp û hêstiran zû ji nav derî derbas kir û derxist ji derve de. Yên li serê banî jî tev lûleyên tifingên xwe xwarê ser hewþê kiribûn. Ne ew teqandin ne jî Kalê Cano þeþderba xwe agir kir. Ji xwe berê nexweþek vê malê hebû. Kesî di xwe de ne dît ku ew pêþî tetikê bikiþîne. Kalê Cano jî nanê mala wan xwaribû, ava wan vexwaribû. Ew jî di dilê de ji xwe re got, 'heger ew pêþî li min biteqînin, berî ku ez vemirim, ez ê kêmanî yek yan dudu ji wan bi xwe re bibim.' Mîna ku yên serê banî vê hizra Kalê Cano hes kiribin, kes ji wan li ser Kalê Cano ne teqand. Kalê Cano ta giha ber çemê gund, þeþderba wî di ber singê wî de, li hewa rawestayî û berê wî jî li gund, hefsarê hespê dikiþand û berepaþkî diçû. Kalê Cano bi tirsa ku gundî çend suwarî li pey wî derxin û wî biþopînin, bi lez û bez berê xwe da Amedê. Riya çar, pênc rojan, di nav du þev û du rojan de girt. Di tariya serê sibehekê de, pê hesiya ku tiþtek hiþk li çogên wî dikeve. Ne carek û ne jî du car û ne jî sê car. Destê xwe avêt wî tistî, fam kir ku nerm e. Bihn kir, bihnek xweþ û taze jê dihat. Gezek lê xist, hingê fêm kir ku balîcanê reþ in. Ketibû nav bostanan. Hesp û hêstiran berî Kalê Cano ev yek sah kiribûn û dest pê kiri bûn û ji xwe re têr û tije van sebzên teze dixwarin. Bi derketina tîrêjên tavê re, Kalê Cano têgehîþt ku wan balîcanên xweþ û reþ ên ji baxçeyê Hewselê, yên li biniya keleha Amedê li ser riya Mêrdînê ne. Êzdayetî ola herî kevin a cîhanî ye. Ji ber ku þaristanî li ser xaka welatê me þîn hatiye, ol û çand jî li ser vî xakî peyda bûne. Em kurd pirr bi êzdiyên Kurdistanê pirr serbilind in ji lewre êzdî çand û zimanê resen û pêtî Yê kurdî dane jiyandin û ta roja îroyîn parastine. 22.1.2208
* * *
Ji nivêj û niyaz a Êzdiyan Bi Navê Yezdanê Pak ê Dilovan û Mihrîban! Ya Xweda! Tu heyî, ez nîn im. Tu dilovan î, ez guneh in. Tu Xwedanê rastiyê, ez bende tena çûna. Tu yî çendê tena bejina. Tu bilind î tena awaza. Tu yî bi deng î. Ciyê Te hemî erd e. Tu afrênder î. Tevaya gerdûn Te daye Hezretê Adem. Ya Xwuda! Tu ne mîna me dikî û dibêjî. Ya Xwuda! Tu wilê yî, ferza nivêjê. Tu rihan ji rihan dipirijî. Tu ji seran rihan diavêjî. Tu ne mîna me kêm dibînî. Tu li seran rihan digehînî. Ya Xwuda Tu Xuda yî. Tu padîþah î. Tu ilm-î ulema yî. Tu xunkarê ser çend padîþahan î. Tena xefa, tena xurde, tena awaza, tena denga. Xwudanê malê, Xwudanê pirde. Ciyê Te hemî erd e. Tu Xwuda yî, der ez im. Bexþende yî. Bê gunah î. Layiqê meth û sena yî. Kes ni zane Tu çawa yî. Tu hem derd î, hem derman î. Hakimê þah û xeda yî. Ya Xwuda! Tu padîþahê ers û kurs î, xaliqê ga û masî. Ya Xwuda! Bi xatirê navê Xwe ke! Halê Kurdistanê û Êzdiyên rojhilat û rojava bipirse. Amîn.
|