HÊMEN KURDAXÎ

 

 

 

Ez biþewitim:
Dûmanê min jî wê ji te hezbike


Cankurd


Wekî bendeke avê di destpêka beharê de herdem xumxum û nalîne, geliyê dadigire û bi xwe re disojîne, wilo helbestvanê me yê hêja Hêmen Kurdaxî jî bi ser hezkirên helbestê de dîwana xwe ya sêyemîn, paþ ku berê „Çêroka neynûkên þikestî“ û „Siwarên rejiyê“ weþan dibûn, davêje, tijî evîndarî û bi Kurmanciyeke asan û zelal, bi wateyên nû û dîmenên wêjevanî yên xweþik..


Xebata Hêmen Kurdaxî, Ez biþewitim, dûmanê min wê jî wê ji te hezbike, wekî herdu pirtûkên berê piçûk e (100 rûpel e), û di nav de dora 40 helbestan hene, bi bergekî rengîn, ku bi xebatek tablovanî ya Fehmî Balayî hatiye xemilandin. Çapa yekê li Berlînê di Berfanbar a 2008 de, ji aliyê Han Graphîk ve, di bin jimareya fermî de: ISBN 978-3-940997-02-9 derketiye.


Helbestvan ev pirtûk diyarî hevjîna xwe Ferîdê û hersê qurnefîlên xwe, Þiyaro, Ciwano û Alano kiriye. Li navçeya Kurdaxê li Rojavayê Kurdistanê, yek ji nîþanên welatparêzî û zimanparêziyê ewe, ku navêd zarokan bi Kurdî bin. Hêmen jî Kurdaxiyekî welatparêz û zimanparêz e…
Hêmen, wek hezkirê welatekî çeleng û wefadarê evîndariyek bêdawî û bêsînor, firîþteyên qurnefîlê ji devê berbangê derdixîne, me bi xwe re di nav bajêrên sar û basikþikestî re digerîne, destanên revê ji me re dixiwîne, gerdoneke ji ramûsan avakirî ji me re diafirîne, li ser kaxizê taziya tozê û li ser lêvên þevê behiþtekê ji bo zarokên me pêda dike, û her û her wefadarê evîndariya dilê xwe yê ji rê mayî dimîne…Di nav helbestên Hêmenê Kurdaxî de ronahî asîmanê parve dike, û tîpan riswa û tazî dike…


Ez naxwazim bêtir li ser va berhema wî ya ku bi Kurmanciyek hêja hatiye lêkirin bipeyivim, tenha min xwast dîna we bikiþînim ser wê, heger hûn bi xwe bibînin, hûnê helbestvanê me û berhemên wî hîn bêtir binasin û hîn bêtir jê hezbikin...
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se