ÇÎROKA ZEBEÞO

Hesen Husên Denîz



 

 


Hesen Husên Denîz

 

ÇÎROKA ZEBESO

-Ji wêjeya vegotina peyvikî ya kurdan çîrokeke klasîkî ya evîndarî-

 

Di vê dinyê de ti jin qasî jina kurd di bin zilmê de û mazlûm e nîn e! Ez vê pirtûkê di kesayeta dayika xwe ya ji tevan zêdetir, bi zulma zilamtiyê re rû bi rû ma û ji tevan mazlûmtir bû; diyariyê giyana tevahiya jin û dayikên kurdan dikim.

Di sevên zivistanê yên sar û seqem de xwe bê xew dihist û ji bo em bi dilxwesî xew bikin ev çîrok û gelek çîrokên din ji me re vedigot. Gora wê û ya hemû dayikên kurdan buhisteke bê zilamtiyê be!

 

***


Di rojeke dîrokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind, geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr û fireh û du evîndarên bi evîna xwe sa nebibûn hebûn. Yek ji vana Ro ya keça Padîsahê wî welatî bû, yek jê jî Zê yê kurê gavanê wî welatî bû.
Ro keçeke bejin zirav a weke tayeke rihanê bû ku dema derdiket ser sanesîna qesra bavê xwe, hesreta xort û ciwanan bû ku bikaribin bêhnekê li ber dîwarê qesrê rawestin û ji xwe re li bejn û bala wê binêrin. Guliyên porê wê yên li ber tîrêjên tavê bi heft rengan diterisîn dadiketin heta pehniya wê û keziyên ku xwe berdidan ser hinarkên sêvînî yên ruyê wê, bi her livandina serê xwe re agir berdida nava dilê xort û ciwanan. Keskahiya çavên wê ji keskahiya mêrg û çîmenên Mêrgûmarê tarîtir û herdem sile dibiriqîn. Mijankên wê yên dirêj û serê wan bi jor ve tewiyayî, bi burhên wê yên ziravî tenik re li kêlekên dûr ên çavên wê, wiha ji hev dûr diketin ku ji ber xwe ve awirên wê tûj dikirin û vê yekê jî xwesikbûneke cudatir dida ser ruyê wê yê spehî û grover. Lêvên wê yên girs û lihevhatî, bêvila wê ya biçûk û hinarkên ruyê wê yên herdem gulpembeyî, bi çena wê ya biçûk û girover re wiha dibû yek ku wekî bi pênûsê mirov li gorî dilê xwe xêz bike, ji aliyê Yezdan ve hatibû resimandin.
Ji xwe dema hûçkên xeftanê xwe diavêt ser milê xwe û zendên wê heta enîska wê derdiket holê, tenê wê yê wekî sîrê miyan spî û bêgirûz, wiha tenik bû ku ji rehên lasê wê, heta xwîna tê de digeriya û heta hestiyên wê dikirin ku diyar bibin. Her roj xeftaneke bi rengekî li xwe dikir, lê bi mezinbûna pêsêrên wê û ziravbûna newqa wê kîjan xeftan li xwe bikraya dîsa her weke tayeke rihanê bû ku li hêviya bayê berbangê xwe bihejîne, wiha zirav, wiha tenik û wiha nazdar û dawetkar radiwestiya.

Ro, nû diket hijdeh saliya temenê xwe û êdî ji welatên derdorê yên dûrî du gol û du çeman zarokên wezîr, pase, key û qralan bi barên diyariyan li ser pista hêstir û hêstiran dihatin xwestina wê. Navê wê û xwesikbûna wê ji welatê Aceman heta welatê Samiyan û heta welatên li kêleka sê behran belav bibû. Roj nedima ku karwanek nedihat serdanê û Ro ji bavê wê nedixwestin. Qesr û qonaxa bavê wê her roj malovanî ji mêvanan re dikir û ji gostê mirîskan heta yê pez û xezalan, ji sêniyên birinc û savarê heta selikên fêkî û sewze, ji serbikên serbeta hinaran heta kaseyên ava sûsê, ji nanê tenûrê heta nanê sêlê tenê sîrê sêr ji ser sifreyan kêm dima.

Bavê Ro Padîsahekî wiha dilbirehm, wiha bêhnfireh û wiha mirovhez bû ku kî bihata ji bo xwestina keça wî bi yek dilgermî û dilnizmiyê ew pêswazî dikirin û ti caran bersiva neyênî nedida wana û dilê wana ji xwe nedihist. Bi dilekî rehet û lêvkenî ji wana re digot:

- “Hûn ser seran û ser çavan hatine. We bi hatina xwe rûmet da me û em serbilind kirin. Bi dostanî û merivtiya we emê gelekî kêfxwes û dilsa bibin. Hûn dizanin ku li ser xaka welatê me herkes azad û wekhev dijî û kes nikare li ser vîna kesekî/ê bandûra xwe bike. Ji bo wê wa ye keça min û wa ye hûn. Keremkin pê re biaxivin ku ew bêje, ‘Erê’, ez ji doh ve razî me ku merivtiyê bi we re deynim û dostaniya we bidest bixim.”

Wê demê Padîsah ferman dida wezîrê xwe û bang li keça xwe dikir. Bêhneke din Ro bi hemû xeml û xwesikbûna xwe diket hundir û silav li mêvanan dikir, derbasî kêleka bavê xwe dibû û destê xwe datanî ser destê wî, li cem radiwestiya. Bavê wê daxwaza mêvanan jê re digot û mêvan tev dilê wan dikir ku raweste, wiha bi baldarî li hêviya bersivdayîna wê radiwestiyan.

Ro bêhnekê di ber xwe de diponijî û pist re bi lêvkeniyeke ku baqeke gul li ser ruyê wê veke û menqelek tije bizotên sor berde dilê mêvanan, dest bi bersivdayîna xwe dikir. Bi vebûna devê wê re rêzediranên wê yên wekî berfê spî û lihevhatî, di nava sorahiya lêvên wê re diterisîn û her peyva ji nava vê buhistê derdiket wekî ji kitêbê bin bi baldarî û bi cos dihatin guhdarîkirin. Ro wekî bi vê sêhra peyvên xwe dizanîbû, peyvên xwe yek bi yek û bi hilbijare derdixist derve û zêde dirêj nedikir, digot:

- “Bavo, mêvan hatine, ser serê min û ser çavên min hatine. Dikarin bi rojan û bi mehan li qesr û qonaxa me bibin mêvan û bixwin û vexwin û li xêr û xwesiya xwe binêrin. Lê bila min biborînin ku niha ez biryara sûkirinê ji kesekî re nikarim bidim. Ez heta mîrê dilê xwe bi xwe nebînim, ez bersiva erênî nadim ti xwezgîniyan!”

Bi vî awahî kî dihat xwestina Ro destvala vedigeriya. Ro jî her roja derbas dibû ji ya din xwesiktir û spehîtir dibû û nav û dengê xwesikbûna wê jî bi rêka karwan û rêwingiyan zêdetir belavî cih û derên dûrtir dibû…

***
Li vî welatê di navbera du gol û du çeman de gavanekî wan hebû ku feqîr û rebenekî di halê xwe de bû. Sibehê radibû garan ji nava bajêr tev kom dikir, dida pêsya xwe û ew dibir nava mêrg û çîmenan diçêrand. Heta êvarî li her çar aliyê derdora bajêr digeriya û bi êvarî re berê garanê dida nava bajêr. Dawarên di garanê de wiha fêr bibûn ku her sibeh dema deriyê axoyan vedibûn bi xwe derdiketin û berê xwe didan ser rêka ji bajêr dertê, êvaran jî dema digihistin nava bajêr, her yekî bi xwe rêka axoyê xwe digirt û ji gavên re qet zahmetî dernedixistin. Lê gavan jî qiymetê wana dizanîbû; ew yek bi yek dinasîn û simê yekî kul bibe bi saetan pê dadiket û heta rehet nekiriba dev jê bernedida.
Sêniyên wî welatî tev ji gavanê xwe razî û dilxwes bûn. Ji dawarên qesra Padîsah bigir heta yên herî feqîrê gund tev ga û çêlekên xwe,ker û hêstirên xwe, bi dilekî rehet dispartin wî û baweriya xwe pê dianîn. Ji ber ku gavan feqîr bû her yekî ji aliyê xwe ve alîkarî didayê; yê cil jê dihat cil dida, yê xwarin jê dihat xwarin dida û bi vî awahî ew jî bi xwe re didan jiyandin. Lêbelê dilê gel tev qasî ku jê razî bû, ewqasî jî pê disewitî!
Jina gavên Sarê jî jineke di ciwaniya xwe de bi xwesikbûna xwe, bi nav û deng bû ku digotin gelek xortan ji bo ku Sarê pêsniyariya sûkirina bi wana re nepejirandiye, hilkisiyane ser Zinarê Sor ê xwediyê kevandeyeke qasî deh werîsan û ji wê derê lasê xwe avêtine xwarê, parçe parçe bûne. Sarê her ku mirina yekî ji wana bihîstiye, bi xwe çûye ser Zinarê Sor, li wê derê rondik barandine û vegeriyaye malê. Dawî rojekê dîsa ku ji ser Zinarê Sor vedigere, bi rê de li garana gund rast tê. Dibîne ku xortekî bejin navîn û spehî li ber garanê ye. Xort di ber re derbas dibe, lê awirên xwe nade ser wê û qet hayê xwe jê nayne. Di wê bêhnê de dilê Sarê dikeve wî gavanî û li dora garanê dizîvire, tê cem gavên, jê re dibêje:

- “Ev cara yekem e ku di vî welatî de xortek min dibîne û li min temase nake. Yan tu nemêr î, yan dilê te tarî bûye, yan jî hewaleke te heye! Divê tu ji min re bêjî ka çima te li min nenêrî?”

Feqîrê gavan çi bêje? Bala xwe dide Sarê; keçeke teze ya ciwan e ku keziyên wê yên ji qetranê restir daketine ser ruyê wê yê ji berfê spîtir ku serm dike ji xwe lê binêre. Çavên wê yên girsî zeytûnî wiha awirên tûj vedidan ku dema pê re rû bi rû dihat, dev û lêvên wî li hev herbilîn û nema dizanîbû çi bêje. Lê dawî bi kotekî be jî wêra xwe kom kiribû û gotibû:

- “Xwiska delal ez mirovekî feqîr û reben im. Tu dibînî ku gavanekî belengaz im. Tu keçeke bedewî halxwes î. Her roj ji bo te xort xwe dikin gorî. Tu li ku û ez li ku? Ez li te temase bikim wê çi bikeve destê min? Tenê wê dilê min bisoje û vala vala xwe biwestîne û biêsîne. Ji bo vê min li te nenêrî ku ji nêz ve bejn û bala te nebînim û dil bernedim te ku ez jî wekî wan xortan xwe di van lat û zinaran de neavêjim xwarê. Lê niha bi hatina xwe te rêka mirinê li ber min jî vekir.”

Bi vê gotinê rondik tije çavên Sarê dibin û destê xwe datîne ser destê Gavên û jê re dibêje:

- “Rabe garana xwe vegerîne malê û ji dê û bavê xwe re bêje, bila îsev werin mala me û min ji te re bixwazin. Ez li vê derê bi vî ezmanî û bi vî Zinarî soz didim û sond dixwim ku ez bimrim ji axê re me, bimînim ji te re me.”
Bi vî awahî sûkirina Sarê û Gavanê wî welatî pêk tê. Salek, du sal, sê sal… deh sal derbas dibin lê Yezdan ti zarokan nade wana. Di welêt de ocaxek namîne ku xwe navêjin bextê wê, bijîjkek namîne ku serî lê nadin, pîrejinek namîne ku pê nasêwirin, lê ti fêde ji ti derê nabînin. Dawî bi qedera xwe razî dibin û li hêviya rehma Yezdan dimînin ku rojekê li wana were rehmê û zarokekî bide wana ku ew jî di nava hemwelatiyên xwe de serbilind bin û bê zuriyet ji vê dinyê neçin…

***

Di ketina sala yazdehan de Sarê bi xwe hisiya ku ducanî bûye… Destpêkê bawer nekir û got qey nexwesiyeke, yan ka tistekî din e. Lê dema zikê wê kêmekî mezin bû û lebitîn di lasê xwe de bihîst ji kêfan re kir ku bifire û vesare (sira) xwe ji mêrê xwe re vekir. Feqîrê gavan ji kêfan re nema dizanîbû çi bike! Bi vê kêfê derket derve û gihist kê mizgînî da wan ku jina wî ducanî bûye. Di wî welatî de jî kê ev agahî bihîst ji gavên zêdetir pê kêfxwes bû û bi sedan jin û keç hatin serdana Sarê û ew pîroz kirin.

Dawî neh meh û deh roj temam bûn. Sarê bi xwe hisiya ku êdî wê bizê! Lê ber destê sibehê bû û tevahiya hemwelatiyan di xewa sêrîn de bûn. Ji bo vê ne dilê Sarê, ne jî yê Gavên negirt ku biçin cînarên xwe ji xewa sêrîn rakin û bînin alîkarîdayînê. Sarê di halê xwe de za; lê jê re ti zarok çênebûn. Li cihê zarokekî zebesek anîbû dinyê. Zebesek ku ne deng jê dihat, ne his û ne kerrî…
Sarê di wî halî de dil sikestî bû û bi halê xwe giriya. Dilê xwe bi xwe sewitand û destê xwe bi ber Yezdan ve vekir û qêriya ku çi ji wana dixwaze. Lê gavan her di ber xwe de diponijî û dawî çû gel jina xwe, destê xwe danî ser serê wê û bi destê din Zebes girt û got:

- “Hurme, ger Yezdan li sûna kurekî Zebesek dabe me, helbet hikmetek di vî îsî de heye. Ka nede girî. Rondikên xwe nebarîne û dilê min nesojîne. Em zebes bixin bin kulînê, bila bimîne ka bê Yezdan çi dike, em bibînin. Ma wekî din em dikarin çi bikin?”

Sarê ji neçarî ev pêsniyara zilamê xwe pejirand û Zebes avêtin bin kulînê. Dema bû sibeh cînarên hatin serdanê tev bihîstin ku jina gavên zaye û zebesek aniye dinyê! Yên ev yek bihîstin li kerametên Yezdan sas man û tev xemgîn bûn û bi dilekî kul vegeriyan mala xwe.

Rojek, du roj… deh roj di navberê re derbas bûn. Her roj bi çav pê dihisiyan ku zebesê wana di halê xwe de mezin dibe. Di roja çelî de zebes êdî têra xwe mezin bibû. Nîvê sevê ku Gavan û Sarê di xewa xwe ya sêrîn de bûn, bi carekê re Zebes li halê xwe qelisî û xortekî ziravî dirêj ku ji rews û xemla wî hundir wekî rojê ronî bû, derket holê…
***
Zebeso ji binê kulînê derket û li ser kulavê li erdê rûnist. Destê xwe dirêj kir û hingilîska di destê xwe de firkand û rawestiya. Bi firkandina hingilîskê wekî mijekê tije hundir bû û mij komîserhev bû, ji nava mijê efrîtekî cinan derket û li ber Zebeso rawestiya û got:

- Mîrê min, keremke; ez ji te re dinyê xera bikim an ava bikim?
Zebeso bersiv da û got:

- Ne xera bike û ne jî ava bike. Ez birçî me. Ka ji min re sifreyeke xwarinê amade bike û desteke cilên pak bîne ku ez li xwe bikim. Dayik û bavê min ku hisyar bibin, bila min di vî halê tazî de nebînin.

Di demeke qasî ku mirov çavê xwe bigre û veke de, Zebeso dît ku sifreyek li ber amade ye, ji sîrê sêr heta nîvisk û hingivê hilandî her cureyê xwarinê li ser amade ye. Efrît fîstaneke ku tayên wê û nexsên wê ji zîv û zêr hatibû dirûtin jî di destê xwe de anîbû û danî ber. Pistî ku Zebeso bi serê xwe jê re got ku dikare biçe, efrît dîsa bû pêleke mijê û ji ber çavan winda bû.

Zebeso fîstanê xwe li xwe kir û li ser sifrê rûnist. Ji her xwarinê tamand û têr xwar.

Pistî xwarinê deng li dê û bavê xwe kir ku hisyar bibin. Gavan û jina xwe li ser denglêkirinê ji xewê hisyar bûn û çavê xwe vekirin. Bi vekirina çavên xwe jî mat man û dilê xwe bi xwe sewitandin ku mirine û çûne wê dinyê.
Gavan û jina xwe wekî xweziya wan di qirika wan debimîne, wiha req mabûn. Sifreyek li erdê bû ku xwarinên di temenê xwe de qet navê wan jî nebihîstibûn, li ser rêzkirî bûn. Xortekî wiha çeleng û lihevhatî li ser sifrê rûnistibû ku mirov ji rewsa wî serm dikir ji xwe re lê binêre û ji lênêrîna wî qet têr nedibû. Gelo ev kî bû û ji ku hatibû?

Zebeso dema dît ku dayik û bavê wî mat mane, di nava lêvên xwe yên tenikî lihevhatî re besisî û got:

- Qet mat nemînin û xwe netirsînin; ez kurê we me, Zebeso me. Ku hûn bawer nakin, li binê kulînê binêrin, hûnê têbigihêjin rastiyê.

Berê xwe da kulînê û ji rews û spehîbûna ruyê wî, kulîn tev di nava ronahiyê de ma. Dê û bavê wî zebesê qelistî û bûye di felqe dîtin û baweriya wana pê hat ku Yezdan dawî kurek daye wana.

Her du bi kelegiriya kêfxwesiyê xwe avêtin stuyê kurê xwe û ew maç kirin û bêhna wî kisandin hinava kezeba xwe. Bi salan e, bi hesreta kurekî bûn û dawî Yezdan kurekî wiha dabû wana ku li ser ruyê vê dinyê kur ji wî spehîtir, ji wî çalaktir, ji wî bedewtir ji dayik nebibûn.

Zebeso, ew dawetî ser sifrê kirin û gavan û jina xwe ji kêfa kurê xwe re li ser sifrê rûnistin û ji xwarinên ku qet navê wan jî nebihîstine têr xwarin.
Berya bibe sibeh, Zebeso ji dê û bavê xwe re got:

- Êdî divê ez vegerim cihê xwe. Heta ez negihêjim miradê dilê xwe divê însan min nebînin.

Bavê wî û dayika wî bi dilsojî gotin:

- Kurê min, delalê min, tu bes bêje ku miradê dilê te kî ye, em cilika binê xwe jî bifirosin, emê biçin ji te re bixwazin û bînin malê.

Wê demê Zebeso berê xwe da bavê xwe û got:

- Miradê dilê min keça Padîsahê vî welatî ye! Ger di vê dinyê de sabûneke min bi miradê min hebe, ji wê bêtir hemû qîz û jinên vî welatî xwisk û dayikên min bin. Hebe nebe ez Royê dixwazim û derveyî Royê ti miradê min nîne. Bavo, tu îroj dema bû sibeh rabe û biçe qesra Padîsah û keça wî Ro ji min re bixwaze.
Gavan, di dilê xwe de got; ‘Na, na! Ez hîn di xew de me û xewnan dibînim. Ez hisyar nebûme! Yan ez mirime û çûme wê dinyê û bi ferîsteyan re diaxivim, yan jî ez di xewê de me û xewneke ecêb dibînim. Ma ez dîn bûme ku biçim bi vî halê xwe yê gavantiyê keça Padîsah bixwazim?’

Dayika wî û bavê wî li ber geriyan ku dev ji vê miradê berde û di vî welatî de wekî din kîjan keçê dixwaze bi soz û peyman wê biçin jê re bixwazin.

Lê Zebeso bi biryar bû û bi vebirî axift û got:

- Bavo, ez ji te re dibêjim, biçe ji min re keça Padîsah bixwaze, tu qala keçên din dikî! Dema bû sibeh rabe ser xwe û biçe qesrê, derkeve huzûra Padîsah û keça wî bixwaze û Padîsah ji bo qelenê keça xwe çi bixwaze jî nebêje na!
Gavan û jina xwe kirin û nekirin nikarîbûn kurê xwe qanî bikin. Zebeso gotina xwe got û ket bin kulîne. Her du qalikên zebesan li xwe pêçan û di nava wan de nediyar bû. Gavan û jina xwe li hev rûnistin û ponijîn bê ka dikarin çi bikin. Dawî jina wî got:

- Heyra ev deh sal in em li hêviya zarokekî bûn ku Yezdan kurekî bide me, em jî di nava gel de ji rûresiyê xelas bibin. Dawî Yezdan bergerên me pejirandin û kurek da me. Bi roka ku her sibeh dertê û her êvar diçe ava hikmetek di vî zarokî de heye. Ma te nedît bê çi sifre raxistibû û çi fîstan li xwe kiribû? Ka rabe biçe qesr û qonaxa Padîsah, dibe ku xêrek di vî karî de hebe!
Gavan bi his û aqilê jina xwe keniya û got:

- Hurme, sitiya delal, ma tu jî dîn bûyî, ma te jî his û aqilê xwe xwariyî? Ezê çawa rabim û biçim qesr û qonaxa Padîsah? Hîn ez negihistime ber derî wê lesker û zêrevanên wî bi çepilên min bigrin û min biavêjin derve, nahêlin ez siya Padîsah jî bibînim.

Jina wî dîsa li ber geriya û got:

- Ger tu neçî, wê kurê me bixeyide û dibe ku careke din ji hundirê zebesê xwe dernekeve. Serê deh salan Yezdan li me hatiye rehmê û kurek daye me, ma emê çawa dilê wî bihêlin? Ka tu biçe û carekê xwe biceribîne. Qey te nakujin ku tu wiha xwe ditirsînî?!

Rebenê gavan ji neçarî pejirand û bi berbangê re derket derve. Garan ji nava bajêr kom kir û berê wê da mêrg û çîmenên li derveyî sûr û bedenên bajêr û vegeriya, berê xwe da qesr û qonaxa Padîsah.

Qesrû qonaxa Padîsah lê dima, li serê girekî ku bi dest hatibû bilindkirin ava kiribûn. Di nîvê bajêr de û di ser tevahiya mal û qesran re bû. Ji bo mirov bigihista deriyê qesrê yê ji sifir û tûncê çêkirî, pêwîst bû çel pêlikî bi jorê biketa. Pistî hilkisandina çel pêlikan mirov digihist meydaneke fireh ku ev meydan weke rêyeke fireh li derdora qesrê dizîvirî. Dema mirov meydan derbas dikir, dihat ber derî û li ber derî herdem lesker û zêrevanên Padîsah nobet digirtin.

Gavan di pêlikan re bi kabên lerizî û lasê ricifokî hilkisiya û di ber xwe de digot: ‘Ez kî, dîtina Padîsah kî û xwestina keça Padîsah kî? Haydê em bêjin dilê nobedaran bi min sewitî û ez derbasî hundir kirim, wê Padîsah çawa min bipejirîne huzûra xwe, haydê em bêjin dilê wî jî bi min sewitî û ez derketim huzûra wî, wê zimanê min çawa bigere ku ez keça wî bixwazim. Ma wê kenê xwe bi min neke? Haydê em bêjin dayîna keça xwe pejirand, wê demê ezê qelenê keça Padîsah ji ku bînim? Na, na! Qedera min temam bûye û berê min ketiye ser mirinê!’

Gavan bi van hestan car caran lingên wî ew pas de dibirin û bi hêza gotinên jina xwe dîsa bi pês de dimesiya. Dawî gihist meydana li ber deriyê qesrê. Dema ji nêz ve çav li nobedaran ket û rim û mertalên di destê wana de dît, kabên wî yekcarê sist bûn û li wê derê qûn da erdê.

Bû nîvroj, bû esir hîn ji cihê xwe nerabibû û nediwêrî biçe ber derî ku destûra derbasbûna hundirê qesrê bixwaze.

Nobedarên li ber derî jî ew ferq kiribûn û di nava xwe de gengese kiribûn ku ka ev kesê feqîr û reben gelo ji ber çi hatiye û li pêsberî derî rûnistiye?
Di rastiyê de her roj ji nava bajêr kesên feqîr, jinebî, kalên bêkes, kor û kulekên bajêr û sêwî dihatin ber derî û ji nobedaran dixwestin ku Padîsah li wana were rehmê û hinek qût bide wana. Padîsahê wî welatî ji ber ku yekî dilbirehm bû, ferman dabû nobedarên xwe ku kî were ber deriyê wî wana vala venegerînin û ji kawarên qût çi pêdiviya wana hebe, bidin wana. Ji ber vê yekê nobedarên ji sibehê ve çavên wana li ser gavanê rûnistî, di nava xwe de gengese kirin û gotin ku sedî sed ev mirov hatiye qût bixwaze, lê ka bê serm dike, ka dilê wî rê nade, ka ji ber çi ye, nayê, naxwaze. Ji bo vê di nava xwe de biryar dan ku hinek qût amade bikin û bidinê. Dawî nobedaran ji kawarên Padîsah qûtê malekê anîn û bang li gavên kirin ku were bibe. Gavan dema nobedaran bang lê kirin, ji tirsan re kir ku dilê wî were ber devê wî û ji xwe re got; ‘Aha, niha wê min bigrin û biavêjin binê zîndanê!’

Dema nobedaran qût sanî wî dan û gotin ku dikare bibe malê ji kulfetê xwe re, dilê wî hinekî rehet bû û dengê xwe nekir. Rahist tûrê qût û berê xwe da derveyî bajêr. Garan da ber xwe û hat malê.

Dema bû êvar, Zebesê di bin kulînê de dîsa qelisî û xortê malê ji navê derket, rews û xemla wî hundir qasî nîvê rojê ronahî kir. Zebeso hat gel dê û bavê xwe û ji bavê xwe pirs kir ku îroj çi kiriye. Dema bihîst ku bavê wî derbasî qesrê nebûye û bi tûreke qût vegeriyaye, bi ser bavê xwe de hilbû û got:

- Bavo, ma qey tu hewceyî qûtê Padîsah î? Ez ji te re dibêjim biçe keça Padîsah bixwaze, tu diçî ji destê nobedaran tûrê qût digrî. Va ye ez ji te re dibêjim; tê sibe rabî, biçî qesrê, derkevî dîwana Padîsah û tê keça wî ji min re bixwazî!
Zebeso gotina xwe bi dawî kir û bi lez vegeriya bin kulînê û di navbera qalikên xwe de winda bû. Jina gavên bi ser de rabû û got:

- Min ji te re negot tê kurê me bixeyidînî? Wa ye çû û dîsa ket nava qalikên xwe. Ji sibehê ve hesreta min bû ku ez wî bibînim û destê xwe di ser serê wî re bibim. Lê te nehist. Tu çûba huzûra Padîsah û te jê re gotiba, ma wê te bixwara, ma wê te bikusta? Yan wê bigota erê, yan wê bigota na û tê bihatayî!
Gavan keserek veda û got:

- Hurme, sitiya delal; qe ne tu wiha nebêje. Ma we his û aqilê xwe xwariyî? Li ku derê hatiye dîtin ku gavanek çûye keça Padîsahekî xwestiye? Qey hûn dixwazin serê min jê veke û bi ber deriyê qesrê veke?

Lê jina gavên ji ser a xwe daneket û ji mêrê xwe xwest ku sibehê cardin biçe qesra Padîsah.

Gavan bi rastî mirovekî reben û belengaz bû; him ji Padîsah ditirsiya û him jî nedixwest aramiya mala wî û ya di navbera wî û jina wî de xera bibe. Heta sibehê bi dilekî kul bi vî milî û wî milî de xwe qulipand û li ser pasiya xwe ya ku wê di zindanê de yan jî di gorê de bi dawî bibe ramana xwe westand. Dema dîkê sibehê bang da ji nava nivînan derket û careke din garana xwe berda ser mêrgê û hilkisiya meydana pêsberî deriyê qesra Padîsah.

Lê dema gîhist meydanê dîsa kabên wî sist bûn û li pêsberî derî qûn da erdê û rûnist. Nobedaran dîsa bala xwe dan ser û di navbera xwe de gengese kirin ku çi hewala vî zilamî heye. Dawî ji nava xwe yek derxistin ku jê bipirse ka çi dixwaze. Nobedarek hat gel gavan û jê pirs kir bê çi derdê wî heye, ev du roj in tê li ber vî derî rûdinê.

Gavan bi dengekî lerizî got:

- Ez hatime ku derkevim dîwana Padîsah û keça wî ji kurê xwe re bixwazim.
Dema wiha got, yê nobedar pê keniya û ji kenan re kir ku zikûpist li erdê dirêj bibe. Li ser kenê wî yê qebe hevalên wî yên nobedar hatin û pirs kirin ku çi diqewime? Nobedar xwesteka gavan ji wana re got û tev bi hev re pê keniyan. Dawî yekî ji wana bi ser gavan de rabû û got:

- Li halê xwe binêre û ji xwe serm bike! Ger ji Yezdan netirsiyabama, niha minê serê te ji lasê te vekiriba û bi serê rima xwe ve daliqandiba!

Pist re nobedar lingê xwe bilid kir û heta jê hat, pehînek li sînga gavên da û ew di pêlikan re gêrî xwarê kir.

Gavan di her çel pêlikan re gindirî xwarê û hestû û parsuyên wî tev hûr hûr bûn. Bêhnekê li binê pêlikan wiha bê his ma. Dawî bi kotekî bi ser hisê xwe hat û rabû ser xwe. Bi rewseke pir xerab, bi zorê xwe gihand malê û avêt nava nivînan û ji jina xwe re got ku halê wî nîne garanê bîne, divê ew biçe bîne.
Jina gavên derket derve û çû garan anî bajêr. Êvarî dema tarî ket erdê, zebesê di binê kulînê de careke din qelisî û kurê wana derket derve, dîsa hundir wekî nîvro ronahî bû. Zebeso ji bavê xwe pirsî ku keça Padîsah xwestiye yan na?
Bavê wî bi nalîneke ji kûrahiya dilê xwe bersiv da û got:

- Çi xwestina keça Padîsah û çi hal? Nehistin ez xwe nêzî deriyê qesrê bikim. Nobedar bi min keniyan, tevzên xwe bi min kirin û yekî ji wana pehîna xwe li ser sînga min da û min di çel pêlikên hildiksin meydana ber deriyê qesrê re gindirand xwarê. Yek hestiyê min ê bi hev ve saxlem nema. Her derê lasê min pelixî. Dev ji vê evînê berde, ma di vî welatî de qey keç qeliyane ku tu keça Padîsah dixwazî? Derveyî wê tu tiliya xwe bi ber kîjan keçê vekî soz û peyman li min be ku ez bînim bixim pasila te, bes careke din min rêneke ber deriyê Padîsah!

Lê Zebeso bi biryar bû û ji ser a xwe daneket xwarê. Careke din xwe bi bavê xwe de aciz kir û got:

- Bavo, ez ji te re dibêjim biçe keça Padîsah bixwaze, tu diçî lêdanê dixwî û tê. Heyf mixabin ku tu bavê min î! Ez ji te re dibêjim biçe, derkeve huzûra Padîsah û keça wî Ro ji min re bixwaze!

Zebeso gotina xwe got sûn re careke den vegeriya bin kulînê û ket nava qalikên xwe û nediyar bû. Gavan û jina xwe dîsa ketin qirika hev û jina gavan got:

- Pepûko, newêreko; ji xwe dema min li ser rêka Zinarê Sor te li ber garanê dît min jî got qey tu mêr î û zilamekî çeleng î! Ma min zanîbaya tu ev nemêr î, min dil berdida te û digot were min ji bavê min bixwaze? Qey tu nizanî evîndarî û dilketin çi ye? Kurik dibêje dilê min ketiye Royê, tu dibêjî, ‘tiliya xwe bi ber yeke din veke!’ Sibehê tê rabî û derkevî dîwana Padîsah û tê keça wî ji kurê min re bixwazî! Ger tu nexwazî, êvarî neyê malê û careke din nekeve nava nivînên min û sînga xwe bi sînga min germ neke!

Gavan her çiqasî li ber xwe da, dît ku bêfêde ye. Sarê qet guh jî lê nekir. Lihêfek avêt ser mêrê xwe yê hestiyên wî tev dijenin û cara yekem çû ser nivîneke din xew kir. Cara yekem gavan di nava nivînên xwe de bi tena serê xwe ma. Bi dilekî tije kul û keder û bi lasekî pelixî û hestî û parsuyên sikestî heta sibehê naliya û qet dilopek tenê jî xew -ji dermanan re be jî, neket çavên wî. Di dilê xwe de digot; ‘Vê carê ku ez biçim, sedî sed wê min bikujin!’
Dema bû sibeh û dîkên berbangê awaza xwe bilind kirin, Sarê deng li mêrê xwe kir, gezek nan da ber û pistî xwarinê ew di derî re derxist û berê wî da qesr û qonaxa Padîsah. Ew bi xwe jî derket nava bajêr û garan da ber xwe, berê garanê da derve, bir ser mêrg û çîmeneke têr sînahî û vegeriya malê.

Gavan bi nale nala jana lasê xwe û bi waswasa dilê xwe ket ser rêka qesra Padîsah. Bi kotekî her çel pêlik derbas kirin û bi bêhneke çikiyayî li ser berê ku her roj qûn datanî ser rûnist û awirên xwe dirêjî deriyê qesrê û ser nobedaran kir.

Nobedarên ew dîtin di cih de keniyan û hatin gel, tevzên xwe pê kirin û gotin:
- Va ye xwezgîniyê sitiya Ro hatiye. Ka jê re rê vekin, wê Padîsah were huzûra wî û keça xwe bideyê!

Bêhnekê tevzê xwe pê kirin sûn re ew nobedarê cara din dîsa pehînek li sînga wî da û ew di pêlikan re gêrî xwarê kir. Gavan di her çel pêlikan re gindirî xwarê û hestiyên ku cara din saxlem filitîbûn jî vê carê tev sikiyan û bê his û bê ruh li wê erdê dirêj bû.

Kesên di wir re derbas bûn û ew naskirin, lê hatin rehmê û ew ji erdê rakirin. Ketin bin milê wî û ew bi kotekî gihandin malê. Ji cînaran bang li yekî cebar kirin ku bê hestiyên wî yên sikestî bicebirîne.

Êvarî dema cînar çûn malên xwe û resahî ket erdê careke din zebesê di bin kulînê de qelisî û kurê malê derket derve. Careke din ji rewsa wî hundir ronahî bû û dayika wî kêfxwes bû, lê bavê wî di dilê xwe de got; ‘Wê dîsa berê min bide qesra Padîsah û vê carê sedî sed ezê biçim goristanê!’

Bi rastî jî wiha bû. Zebeso dema bihîst ku bavê wî dîsa keça Padîsah nexwestiye hêrs bû û got:

- Pêwîst e tu sibehê rabî û dîsa berê xwe bidî qesrê û ji min re keça Padîsah bixwazî.

Gotina xwe qedand û dîsa vegeriya bin kulînê û di navbera qalikên xwe de ji ber çavan winda bû. Careke din Sarê bi ser gavan de rabû û ew bi tirsonekî, newêrekî û bêkêrî tawanbar kir û dîsa nivînên wî ji yên xwe cuda kir. Gavan wê sevê jî heta sibehê bi jana lasê xwe bi nale nala ji êsa hestiyên sikestî dertê, bi vî milî û wî milî de qulipî û yek dilop tenê jî xew neket çavên wî. Dema dîkê berbangê dengê xwe bilind kir jî Sarê ew ji nava nivînan kisand, gezeke nan da ber û ew di derî re derxist, berê wî da qesra Padîsah.

Gavanê reben ji neçarî careke din berê xwe da qesra Padîsah. Heta her çel pêlik hilkisiya, ji xwe hal tê de nema û bi kotekî li wê derê qûn da erdê. Nobedarên ew dîtin, dîsa hatin gel û tevzên xwe pê kirin û jê pirs kirin ku vê carê ji bo çi hatiye? Gavan careke din diyar kir ku hatiye derkeve dîwana Padîsah û keça wî ji kurê xwe re bixwaze! Nobedar tev pê keniyan û li halê wî nêrîn ku vê carê jî wî di pêlikan re gêrî xwarê bikin sedî sed wê bimre û qetla wî bikeve situyê wana! Yekî ji wana got:

- Wê ev zilam di destê me de bimre û ger Padîsah pê bihise wê serê me jê veke! Ya bas em agahiyê bidin wezîr û bila ew jî ji Padîsah re bêje ku hal û ehwalê vî zilamî wiha ye. Êdî ew çi dike, ew dizane. Ger em wiha nekin wê ev zilam di destê me de bimre, êdî em nikarin ji ber gunehê wî xwe xelas bikin!

Li ser vê yekê agahî gihandin wezîr û jê re ta bi derziyê vekirin; ji roja yekem ve çi bi serê zilam kirine tev gotin.

Ji ber ku Padîsah mirovekî dil bi rehm bû û dixwest li welatê wî dilê kesekî jê nemîne, ferman dabû wezîrê xwe ku ji ser xaka welatê wî kî çi derdê wî hebe û bixwaze bigihêne Padîsah, divê sedî sed agahiya wî jê were çêkirin û ji bo vê jî wezîrê xwe erkdar kiribû. Li ser vê yekê wezîr ferman da nobedaran ku gavên bînin huzûra wî. Gavan derbasî hundirê qesrê bû û çavên wî ji hev veciniqî man. Cara yekem bû hundirê qesra Padîsah didît. Ji baxçeyên gul û kulîlkan ên teyrên tawus di navê de digerin, ji birkên tije avên spehî ku qaz û werdek tê de avjenî dikin, ji qesefên teyr û tilûrên bi her awazî distirên bigir heta avahiyên bi kevirên sehkirî hatine lêkirin û bi xizmetkarên xemilandî her tist û her kes jê re xerîb hat.

Wezîr li ser pêlikên qesrê ku tev ji mermerên spî hatibûn lêkirin ew pêswazî kir û bi hev re derbasî salona qesrê bûn. Li wê derê ew li ser kulav û xaliyên neqisandî da rûnistin û heta ku cariyeyên weke karên xezalan tasên dewê cemidî anîn û vexwarin qet dengê xwe nekir. Pistî ku dew vexwarin, Wezîr pirs kir ku sedema hatina wî û xwesteka dîtina Padîsahê welêt çi ye?

Gavan ji xwe hîn di nava wê tirsê de bû ku wê wezîr niha bang li çend celadên xwe bike û wî bibin selexanê û serê wî ji lasê wî vekin. Ji bo wê çi bi serê wî hat û kurê wî çi jê xwest tev ji wezîr re ta bi derziyê vekir û vegot.

Wezîr pistî ku guhdarî li gavên kir serê xwe hejand her du aliyan û destûr xwest derket derve. Gavan di dilê xwe de got, ‘Êdî malik li min xera bû; wa ye diçe bang li leskerên xwe bike û min bide destê celadan!’

Neptî wezîr vegeriya û jê re got:

- Rabe, bide pey min, tê derkevî dîwana Padîsah!

Gavan bi rastî bawer nedikir ku wî bibin dîwana Padîsah. Di alûleyên(korîdor) dirêj û fireh re derbas bûn. Ode û salonên mezin ên deriyên wan ji darên gozan hatine çêkirin borandin û gihistin ber deriyekî mezinî bilind ku wekî zêr diterisand û li her du aliyên wê nobedarên rim û mertal di dest de radiwestiyan. Bi destûrdayîna nobedaran, di derî re derbas bûn û ketin saloneke ku heta vê gavê salonên wiha dirêj û fireh nedîtibû. Erda salonê tev bi xaliyan raxistî bû û li her derê findên mezin pêxistî bûn. Li kêleka rê destpêkê li xizmetkar, cariye û qerfokan rast hatin. Ew derbas kirin sûn re bi zanyar, mamoste û bijîjkan re rû bi rû hatin; pey wan re li çend rîspiyan qelibîn û çavê wî bi carekê re li Padîsahê di nava xeftanê neqisandî de, li ser textê xwe rûnistiye ket! Ewqasî sas mabû ku nema dizanîbû çi bêje û jibîr kiribû bê bi çi sedemê hatiye vê derê.

Bi rawestina wezîr re hat bîra wî ku divê ew jî raweste. Wezîr silav da Padîsah, gavan da nasîn û xwe da kêlekê. Gavan û Padîsah man li pêsberî hevûdu. Padîsah bi dengekî bilindî fermankar deng li gavên kir ku xwe bide nasîn û daxwaza xwe bîne ser ziman.

Gavan careke din dest bi vegotina serpêhatiya xwe û xwesteka kurê xwe kir û got:
- Ger ez destvala vegerim malê wê kurê min dîsa min rêbike vê derê û bixwaze qîza te bixwazim.

Li ser vê gotinê di serî de wezîr û hemû rîspî, zanyar, mamoste, bijîjk, tev di ber xwe de besisîn. Lê qet xêzkên ruyê Padîsah neliviyan û tevza xwe bi gavên nekir. Hinekî di ber xwe de ponijî û pist re vegeriya ser wezîrê xwe û ferman dayê ku bang li keça wî Royê bikin. Wezîr derket derve û Padîsah zîvirî ser Gavên û got:

- Tu gavanê bajarê min î; bi salan e tu diçî ber dawarên vî welatî û di sar û seqemê de, di havîn û zivistanê de tu dawaran bi xwedî dikî û ji gur û neyaran diparêzî. Ji bo vê qiymeta te li gel min heye û ezê vê qiymeta te bigrim, xwesteka te nesikînim. Çawa ku mêvanek ji welatekî dûr tê û dibe xwezgînî û keça min dixwaze, ezê te jî wekî yekî ji wana bigrim dest û çawa nêzî wana dibim, ezê wiha nêzî te jî bibim. Bila keça min were hundir û ezê jê bipirsim ku ew bi vîna xwe bipejirîne bi kurê te re sû bike, soz û peyman ji te re ku keça min bibe bûka mala te.

Gavan bi vê gotinê ewqasî kêfxwes bû ku xwe avêt destê Padîsah û xwest ramûsîne. Lê Padîsah rê nedayê û ji xwe di wê bêhnê de wezîr û keça Padîsah Ro jî ketin hundirê salonê. Dema Ro di deriyê salonê de diyar bû, herkesê li hundir bêhna xwe girtin û awirên xwe zîvirandin ser wê ku ji xwe re li xeml û rewsa wê binêrin û bigihêjin tama dîtina xwesikbûna wê.

Gavan cara yekem bû xwesikbûneke wiha li ser bejn û bala mirovekê didît. Ro ewqasî xwesik bû ku Gavan li hember xwesikbûna wê da sermê û ji ber hatina gel Padîsah û xwestina wê ya ji kurê xwe re, di dilê xwe de bi xwe de xeyidî! Lê dilekî wî jî di guhê wî de pispisand ku di rastiyê de ji spehîbûn û çelengiya kurê wî re, tenê keçeke wiha dikare bibe yar û evîn.

Ro di seranseriya salonê re derbas bû û hat li kêleka bavê xwe li ser xaliya neqisandî rûnist. Destê xwe danî ser destê bavê xwe û awirên xwe dirêjî rews û bala gavên kir. Gavan di bin awirên wê yên tûj û biriqandî de hindik ma ku erdê biqelisîne û xwe tê de winda bike. Lê axaftina Padîsah ew ji vê sermê xelas kir û Padîsah ji keça xwe re got ku gavan hatiye wê ji kurê xwe re dixwaze, ka bê bi dilê wê ye, yan na!

Ro keçeke jîr û xwende bû. Her roj zanyarek ji zanyarên herî xurt ên welêt dihat ba û di warê felsefe, zanistî, bîrkarî, wênegerî, mûzîk û hwd. de ew fêr dikir. Ji bo wê Ro yekser bersiva gavan neda û bêhnekê di ber xwe de ponijî, pist re devê xwe dirêjî guhê bavê xwe kir û di guhê wî de kir pistepist. Bi vê pistepistê re xêzkên ruyê Padîsah sist bûn û lêvkeniyek li ser ruyê wî diyar bû. Ew lêvkenî li ser ruyê Ro jî diyar bibû û wekî baqeke gul li ser ruyê wê vebin wiha lê xwes hatibû. Dawî Padîsah zîvirî ser Gavên û got:

Ezê biryara keça xwe ji te re bêjim. Keça min sûkirina bi kurê te re bi sertekî dipejirîne. Ger tu vî sertî heta sibehê dîkê berbangê bang bide pêk bînî, tu dikarî werî keça min biguhêzî. Na ku tu pêk neynî ezê te bidim destê celadan û wê serê te ji lasê te vekin. Tu vî sertî dipejirînî yan na?

Gavan dizanîbû ku çi sert were pêsya wî ew hêza wî tinebû bi cih bîne! Mînak ku Padîsah gotiba, ‘tê hezar zêrî qelen bidî’, gavanê reben xwe derxistiba sûkê û firotiba, belkî du zêr jî nekiribaya. Wê çawa bikarîba sertên Padîsah û keça wî pêk bianiya? Lê carekê tîr ji kevên firiyabû û êdî nema dikarîbû ji gotina xwe vegere. Ji xwe heta dîwana Padîsah hatibû û ku li vê derê ji gotina xwe vegeriyaba jî, wê serî hatiba jêvekirin, sertên wî bipejirandiba jî wê serî hatiba jêkirin. Di dilê xwe de got, ‘Qe ne ez bipejirînim ku heta sibehê temenê xwe dirêj bikim. Ger ez nepejirînim, wê vê gavê min bide destê celadan û ez careke din ruyê malê nabînim’.

Dawî diyar kir ku ew sertê Padîsah dipejirîne. Li ser vê yekê Padîsah bang li nivîsvanên (katibên) xwe kir ku tista dibêje yek bi yek binivîsînin. Nivîsvan hatin û rûpelên xwe yên ji çermên xezalan li erdê raxistin û pênûsa xwe girtin dest xwe. Padîsah sertê xwe li pey hev rêz kir û got:

- Tu vê qesra min dibînî! Niha wê wezîr bi destê te bigire û te li tevahiya odeyan bigerîne. Her tistê di vê qesrê de tev li xizmetkar û cariyeyan, tev li gul û kulîlkan, tev li xalî û kulavan, tev li find û feneran, ji xemla deriyan bigre heta ya dîwaran, ji neqsên li ser sitûnan bigir heta yên bin zikê banan, çi li ber çavê te bikeve ji bîr neke û di hisê xwe de bigre. Ji ber ku divê heta sibehê dîkê berbangê bang bide tu li hemberî qesra min qesreke wekî vê mezin, fireh û raxistî ava bikî. Divê ji qesra tu ava bikî rêyeke ji xaliyan raxistî dirêjî qesra min bibe û li her du aliyên rêkê xizmetkar û cariye ji ber qesra te heta qesra min rêz bibin. Dema te ev pêk anîn bi berbangê re çel hêstirên têrên wana aliyek tije zîv, aliyek tije zêr amade bike û bi xwezginiyan re berê xwe bide qesra min. Dema ku ez bi bangdana dîkê sibê re derketim ser sanîseya qesrê û min qesra te dît û çavê min li hatina karwanê hêstiran û xwezginiyan ket, ezê jî fermanê bidim cariyeyan ku keça min Ro ji kurê te re bixemilînin û derxînin ser rê. Lê dema bû sibeh û ez van tistan nebînim, zanibe ku wê celad werin ber deriyê te, serê te ji lasê te vekin û li derxaneya bajêr bi dar dakin ku ji herkesî re bibe îbret!

Rebenê gavan çi bêje û çi bike? Serê xwe daqûlî ber xwe kir û bi rewseke qidûmsikestî da pey wezîr ku li salon û odeyan bigere. Lê di rastiyê de çavên wî tistek nedidît û di ber xwe de digot: ‘ Te xwar, kero? De bixwe! Çi ji te re lazim e, tu werî keça Padîsah bixwazî? De ka, heta sibehê tu xwe hilavêjî jî, ne qesreke wekî vê tu nikarî kevirekî wê yî sehkirî çêbikî. Ya bas vegere malka xwe, rahêje tevr û bêra xwe û ji xwe re gora xwe bikole ku lasê te yê serjêkirî li erdê nemîne!’

Pistî geryana qesrê, Gavanê reben bi dil û qidûmekî sikestî, bi hêviyeke qediyayî û bi kabên sist hat malê û rasterast xwe avêt nava nivînan. Jina wî hat gel û pirs kir bê îroj çi kiriye? Gavan bi kotekî bersiv da, sertê Padîsah û keça wî dane ber vegot û wiha got:

- Êdî hûn gihistin miradê xwe, we mirina min bi destê min anî. Sibehê bi berbangê re wê celadên Padîsah werin û serê min ji lasê min vekin.

Jina gavên bi vê agahiyê pir xemgîn bû, lê xwe weke mêrê xwe bêhêvî nekir. Di dilê xwe de got, ‘Ka bila bibe êvar û zebeskê min ji qalikê xwe derkeve, bê Yezdan çi rêkê dide ber me wê diyar bibe!’ û pist re derket derve û berê xwe da mêrgê ku dawaran vegerîne bajêr.

Dema bû êvar, Sarê garan anî û li nava bajêr belav kir sûn re hat malê. Bi ketina tarîtiya ser êvarê re jî çavên wê li bin kulînê, li hêviya qelisîna zebes û derketina kurê xwe ma. Neptî wekî hêvî dikir, zebes qelisî û kurê wê bi hemû rews û xemla xwe derket derve û hundir dîsa wekî nîvê rojê ronahî bû.
Zebeso ji bavê xwe pirs kir ku îroj çi kiriye? Gavan çawa çûye qesrê, çawa dilê nobedaran pê sewitiye, çawa ew birine huzûra wezîr, çawa wezîr lê guhdarî kiriye, çawa agahî daye Padîsah, çawa derketiye dîwana Padîsah, çawa Padîsah guh daye ser daxwaza wî û çawa bang li keça xwe kiriye, keça wî çawa hatiye hundir û çiqasî xwesik e û pist re keçikê çawa di guhê bavê xwe de kiriye pistepist û pê re çawa sert daniye ber wî û ew û wezîr çawa li qesr û qonaxê geriyane tev ta bi derziyê vekir û ji kurê xwe re lib bi lib vegot.
Pistî vegotina wî bi dawî bû vegeriya ser kurê xwe û got:

- Ev deh sal bûn min ji yezdan zarokek dixwest. Yezdan dawî bergera min pejirand û kurek da min, lê li hemberî vê diyar e giyana min dixwaze. Heqê xwe li min helal bikin, ji ber ku ez ti caran nikarim vî sertê Padîsah û keça wî bi cih bînim û wê sibehê celadên wî werin û serê min ji lasê min vekin, bibin li derxaneya bajêr bi dar dakin.

Zebeso bi baldariyeke mezin guh dabû ser vegotina bavê xwe û heta dawî qet dengê xwe dernexistibû. Dayika wî sîveke ji sawara bi rûn a pîvaza xwêkirî li ber danîbû û bi çavên berger li hêviyê bû ku bixwe. Pistî bidawîbûna vegotina bavê wî, Zebeso, ji cihê xwe liviya û dest bi axaftinê kir û got:
- Yadê, yabo; hûn qet mereq nekin; min jî digot qey ka bê Padîsah wê tistekî li ser ruyê vê dinyê tinebe bixwaze! Malê dinyê ne tistek e! Ka em xwarina xwe bixwin û hûn ji xwe re bi dilekî rehet razên. Heta sibehê sed dinya xera dibe û sed dinya ava dibe. Hezar derî tên girtin û hezar deriyên din vedibin. Di vê dinyê de tistek nîne ku neyê pêkanîn. Hêviya xwe ti caran qut nekin. Di her rewsa tengezar de jî dîsa hêvî divê herdem hebe!

Vê carê kurê malê neçû bin kulînê û xwe di nava qalikên xwe de venesart. Bi dê û bavê xwe re xwarin xwar û bi wana re sihbet û gengese kir. Sarê ji vê rewsê ewqasî dilsad bû ku dikir bask pê ve sîn werin û bifire ber perê ezmanan. Lê rebenê gavan hîn di fikara bûyîna sibehê û hatina celadan de bû. Di vê dilwaswasiyê de, serê xwe danî ser balgîfê û di xew re çû. Bêhneke din Sarê jî çavên xwe li xewê girtin û kurê wan bi tena serê xwe ma…


***

Derdora nîvê sevê kurê malê gustîlka xwe derxist û firkand. Mijeke gewr tije hundirê malê bû û neptî efrîtekî cinan li pêsberî Zebeso rawestiya ku lêveke wî li erdê, lêveke wî li ezmanan bû. Destê xwe li ber xwe gihandin hev û got:

- Ferman bike mîrê min, ez ji te re dinyê xera bikim an ava bikim?
Kurê malê got:

- Ne dinyê xera bike ne jî ava bike; bes guh bide gotina min. Niha tê rabî û biçî li tevahiya qesr û qonaxa Padîsah bigerî û çi tê de ye, çi ne tê de ye tevî bibînî; ji hespên di axoyan de heta teyrên tawis ên di nava baxçeyan de; ji neqsên li ser sitûnan heta fîstanên cariyeyan; çi li wê derê hebe bas binase û pist re li qesrê binêre ka çend ode, çend salon û çend nêrdewan lê hene. Heta nebûye sibeh dixwazim tu qesreke wekî qesra Padîsah û qonaxên wekî yên wî tê de li hemberî qesr û qonaxa wî ava bikî. Divê ev qesr û qonax mû ji ya Padîsah bernede. Ji qesra tu çêbikî heta qesra Padîsah divê tu rêyekê çêbikî û bi xaliyan raxînî. Li her du aliyên rêkê cariye û xulam ji vir heta wir rêz bibin û çel hêstirên têrên wan aliyek zêr aliyek zîv bi rê bixî û ji dayik û bavê min re jî cilên pak û neqisandî bînî ku sibehê biçin keça Padîsah biguhezînin. Ji xwe hacet nîne ez qala xwarin û vexwarinê bikim ku tu amade bikî; wan tistan jî êdî tu bi xwe bifikire. Qesra min a ku tu çêbikî divê aliyê wê yê li sanesîna Padîsah dinêre wiha bibiriqîne ku ji xeml û rewsa wê Padîsah nikaribe lê binêre.
Efrîtê cinan fermana mîrê xwe pejirand û jê re got:

- Tu rehet rakeve, bila qet xema te nebe! Hîn nebûye sibeh, ezê tevahiya daxwazên te li gorî dilê te û zêdetir jî pêk bînim.

Efrît axaftina xwe qedand û çawa hatibû dîsa wiha di nava mijekê de ji ber çavan winda bû û çû, Zebeso jî vegeriya nava qalikên xwe.

Bi berbanga sibehê re, dema roj li navsera çiyayê raserê bajêr bilind bû û tîrêjên xwe da ser welatê di navbera du gol û du çeman de, lesker û zêrevanên Padîsah ên di nobeta sibehê de dîtin ku qesreke ji qesra Padîsah spehîtir û dewlemendtir li pêsberî qesra Padîsah diterisîne! Destpêkê gotin qey xewnerojkan dibînin û bi lez çavê xwe firkandin. Lê qesr bi hemû xeml û rewsa xwe li pêsberî wana diterisand. Qesreke wiha bû ku mû ji ya Padîsah bernedabû; lê ji ber ku tava sibehê tîrêjên xwe rasterast dida ser bedenên qesrê, kemerên wê yên bi zêr û zîvan hatibûn neqisandin diterisîn û ti çavan nikarîbûn rasterast lê binêrin.

Lesker û zêrevanên Padîsah, dema ji dîtina xwe bawer bûn, bi lez beziyan hundir û agahî gihandin wezîr ku were li vê ecêba dinyê binêre. Wezîr derket ser sanesîna qonaxa xwe û bi tista dibîne nexwest bawer bike. Diyar e gavan soza dabû bi cih anîbû; êdî Padîsah pêwîst bû li ser soz û peymana xwe rawestiyaba!
Heta wezîr çû dîwana Padîsah, ji mêj ve Padîsah ji xewê rabibû û ber bi sanesînê ve dimesiya. Di wê bêhnê de keça Padîsah Ro jî derketibû sanesînê ku tîrêjên roka berbangê himbêz bike. Ji xwe re kiribû adet ku her sibeh derkeve ser sanesînê û bêhnekê tîrêjên rojê himbêz bike û hewaya pak a ji navsera çiyan dadikeve, bikisîne kûrahiya kezeba xwe.

Lê, wê berbanga sibehê, kî derket ser sanesînê, di cih de mat ma û dev û lêvên wî/wê bi hev ve qufilî. Rews û xemla bajarê wana bi carekê re hatibû guhertin. Qesr û qonaxeke ji ya Padîsah nûtir, spehîtir û rewnaqtir(mûhtesemtir) ku mû ji ya Padîsah bernedaye li hemberî ya wî bilind dibû. Rêyeke ku xaliyên nexsandî li ser hatine raxistin ji vê qesrê heta wê qesrê dirêj dibû. Li her du aliyên rêkê cariye û xizmetkar rêz dibûn û kêlekên rêkê bi gul û kulîlkan xemilandî bûn.

Ro, bi dîtina vê qesr û qonaxa nû dev li zimanê xwe kir û ji xwe re got; ‘Te çi malik li xwe xera kir ku ev sert avêt ber gavên? De bixwe! Tu keça Padîsahê welatê di navbera du gol û du çeman de ku ji her çar aliyê cîhanê xwezginiyên te dihatin, ji kurê Padîsahan heta kurê wezîran, ji kurê mîr û emîran heta kurê key û qralan tev li ber lingê te digeriyan û tu bi yekî ji wana jî qayil nedibûyî! Niha dawî tu ma ji zebesekî re. Wey xwelî li serê te be, wey xwelî li bextê te yê res be!’

Padîsah jî bi wezîrê xwe re diaxift û digot:

- Ka du qasidan rêbike vê qesrê û binêre bê kê ev qesir lêkiriye; qesra kê ye? Çi kes e? Fêr bibe û agahiyekê ji min re bîne. Ne mumkun e ku gavanê welatekî di sevekê de qesreke wiha lêbike! Hikmetek di vî îsî de heye! Ka zû fêr bibe û bersivekê ji min re bîne…

Lê hîn wezîr bi rê neketiye, lesker û zêrevanên Padîsah salox anîn ku karwaneke xwezgînî bi çel bar zîv û zêr ên li ser dawaran barkirî, wekî xwezgînî tên qesrê!

Di wê bêhnê de, bi berbanga sibehê re gavan û jina wî jî ji xewa sêrîn rabibûn û bi carekê re mat mabûn. Gavan dema dît ku li ser dosekeke qasî bejnekê bilind raketiye û di nava çarsef û lihêfên hevrîsêm de ye; li odeyeke fireh û tije zîv û zêr e û cariye û xizmetkar sênî û misîn di dest wan de li ber rawestiya ne, rûnist û dest bi girî kir, dilê xwe bi xwe sewitand û got:

- Wey, wey!... Ez mirime û çûme buhistê xebera min ji min nîne! Diyar e di dinyê de xêrê min ji gunehên min zêdetir bûn ku Yezdan ez pejirandim buhista xwe. Ji xwe re li van ferîsteyan binêre, tev jî çiqasî ciwan û spehî ne?!
Gavan li kêleka xwe nêrî ku jina wî jî li kêleka wî ye! Nema dizanîbû li ber bikeve, yan kêfa xwe bîne? Bi dilekî bi kul got:

- Hurme, sitiya delal ma te kengî jiyana xwe ji dest da û hatî buhistê? Qey celadên Padîsah serê te jî jê vekirin ku tu hatiyî gel min?

Sarê jî li rewsa hundir, cariyeyên rawestiyayî û çarsefên hevrîsim nêrîbû û mat mabû; lê ji aliyekî ve jî hizirîbû ku ev tev hikmeta Zebeskê wê ne û di dilê xwe de digot; ‘hebe, nebe ev rews û xeml Zebeskê min çêkiriye û ezê dawî rabim biçim qesra Padîsah û bibim xwezginiyê keça wî!’ Dema mêrê wê qala mirinê kir, zîvirî ser û bi tundî got:

- Mirina çi, buhista çi rebeno! Rabe ser xwe û em berê xwe bidin qesra Padîsah ku keça wî ji kurê xwe re bixwazin. Ma tu nabînî Zebeskê min sertê Padîsah tev bi cih anîne! Ka zû rabe û xwe amade bike ku em bi rê kevin!

Gavan hîn jî bawer nedikir û ji aliyekî ve qurîncek didan lasê xwe ku bi êsê dihise yan na. Dawî her du bi hev re rabûn û derketin sanîseyê, dîtin ku wa ye qesra Padîsah li hemberî ya wan e û li jêrê, li ser rêkê karwanê ji çel hêstiran pêk hatiye, têrên wana aliyek tije zîv, aliyek tije zêr li ser birêketinê ye.

Cariye û xizmetkaran di misînên zêr de ji wana re av anîn û sabûna kizwanan dan dest wana ku dest û ruyê xwe bison. Bi destmalkên hevrîsimîn dest û ruyê xwe ziwa kirin û ji bo Sarê heft cariye, ji bo gavên heft xizmetkar, kiras û fîstanên neqisandî di dest wana de ketin hundir. Cilên wan ên kevin ji wana kirin û yên nû li wana kirin. Pey re ew derbasî odeya xwarinê kirin. Li ser sifrê ji rûnê nîvisk heta hingivê di nanikê xwe de, ji sîrê sêr heta gostê çûkan her tist amade bû. Nema dizanîbûn ji kîjanê çi bixwin! Hîn dor nehatibû tamkirina gelek xwarinan, têr xwarin. Ji ser xwarinê rabûn û derbasî salonê bûn. Li wê derê cariyek û xizmetkarek hat û misk û amber bi ser wana de dakir û ketin pêsiya wana ew di deriyê qesrê re derxistin û birin pêsiya karwanê xwezginiyan.

Di wê bêhnê de bajar tev ji xewa xwe hisyar bibû û kî derdiket derve çavên wî li biriqîna qesreke nû bilind bûye diket û di cihê xwe de mat dima. Hinekan digotin qey dinya zîviriye û qesra Padîsah cih guhertiye. Lê dema li aliyê din dinêrîn û didîtin ku qesra Padîsah li cihê xwe ye, bi hebûna du qesrên wekî hev mat diman û nedizanîn çi helwestê sanî bidin. Di cihê xwe de radiwestiyan û ji xwe re li rews û xemla qesra nû temase dikirin.

Neptî tîrêjên rojê bi tevahî li ser bajêr serdest bû û karwanê xwezginiyan bi rê ket. Gavan û jina xwe di serkê karwan de cih digirtin û her yek çel cariye û xizmetkar li pey wana dihatin. Di destê her xizmetkarekî de benê hêstirekê hebû ku di têra wê de aliyek tije zîv, aliyek tije zêr hebû. Di destê her cariyekê de jî selikek tije diyarî ji bo Padîsah û malbata wî, ji bo wezîr û malbata wî hebû. Çel cariyên din jî çel sêniyên zêr danîbûn ser serê xwe û di her çel sêniyan de cihêz (rehel) a Royê hebû ku ji cawên hevrîsim heta morîkên kehrîbar, ji gerdaniyên zêr heta xilxal û xizmeyên zîv, ji fîstan û kirasên neqisandî heta çarî û serpeyên rengîn, ji pêlavên cûr bi cûr heta kil û kildankên ji Çîn û Maçîn hatine tev li ser sêniyan bibûn lod.

Dawî karwan gihist ber deriyê qesra Padîsah. Lê Padîsah dîsa jî dilê wî ne rehet bû û bawer nedikir ku gavan sertê wî tev pêk anîbin. Karwan li ber derî da rawestandin û wezîrê xwe û du zanyarên baweriya wî bi wana dihat rêkir qesra gavên ku binêrin ka birastî ye yan xeyalî ye. Heta wezîr û her du zanyar çûn û hatin karwan wiha li meydana li ber qesra Padîsah rawestiya û tevahiya gelheya bajêr li vê ecêba kesî di dinyê de nedîtiye temase kir.

Neptî wezîr û her du zanyar vegeriyan û ji Padîsah re gotin ku gavan sertê danîne ber ne kêm lê zêde bi cih aniye û li hemberî vê pêwîst e Padîsah jî li ser soz û peymana xwe bimîne.

Ro dema ev salox bihîst her du çavên wê, wekî du lehiyan rondik barandin û bê dilê xwe xatir ji dê û bavê xwe xwest û daket nava xwezginiyan. Çû destê Sarê û Gavan. Çarîka bûkaniyê bi ser ruyê xwe de berda û li hespa ji bo wê anîbûn siwar bû û berê xwe da qesr û qonaxa Gavên! Bi rê de him digiriya û him di dilê xwe de digot: ‘Pepûkê, hingî te kesek nedieciband dawî tu ma ji zebesekî re!’
Pistî nîvro karwanê xwezginiyan ên Ro guheztin gihistin qesrê. Derveyî cariye û xizmetkaran yên cînar û yên ji bajêr hatine û kesên mereqdar tev belav bûn û herkes vegeriya mala xwe, çû ser kar û barê xwe. Wê rojê garana bajêr jî di nava bajêr de mabû û her yek bi cihekî ve terqiya bû. Bajarî êdî têgihistin ku ji îro û pê de ji wana re gavanekî nû pêwîst dike û li ser vê yekê, ji xwe re li gavanekî nû geriyan…

***

Ro, dema hat qesra xwe ya nû, derbasî odeya xwe bû û xwe li ser nivînên bi çarsefên hevrîsim raxistî avêt erdê û giriyê xwe domand. Heta ku rondik hew ji çavên wê herikîn giriya. Pist re çû ber kulînê û zebesê pê re sû kiriye derxist danî ber xwe û dest pê kir pê re axift û got:

- Hey bextê min î res, hey qedera min a bêbext, hey xweliya li serê min, hey li min qijik û pepûkê, min çi kir ku bi devê xwe min mala xwe xera kir? Ji kurê qral û keyan, ji kurê wezîr û Padîsahan ez mam ji zebesekî kall re!’

Ro hîn axaftina xwe wiha didomand, tarîka êvarî ket ser odê; cariye hatin hundir ku find û çirayan pêxin, lê dema dîtin rewsa Ro ne bas e, jê tirsiyan û paspaskî derketin derve. Ode bêtir tarî bû û bi carekê re Ro dît ku zebesê wê dest bi qelisînê kir. Çavên Ro li nava serê wê bel vebûn û bi awirên matmayî li qelêsîna zebes nêrî.

Zebes li halê xwe bû du felqe û xortekî ciwanî bejinziravî çeleng ji navê derket ku bi derketina wî re, ji rews û xemla wî ode wekî nîvê rojê be, tije ronahî bû. Ro li bejn û bala wî nêrî ku ji kerema Yezdan re qey bi pênûsê li ber rûnistiye û li gorî dilê Ro ew resimandiye! Lêvên lihevhatî yên zirav, çavên girs ên di rengê hingivîn de, ruyê wî yê ji ruyê qîzekê tezetir, porê wî yê wekî keziyên porê qîzikan nerme û gingilokî, stûyê wî yê dirêj û çenga wî ya giroverî hilû. Eniya wî ya vekirî û fireh, pozê wî yê biçûkî zirav, awirên wî yên himbêzkar û nerme…

Tev li gorî dilê Royê bûn û Ro dema çav li vî xortê bedew ê ji nava Zebes Za ket, ne bi dilekî, bi heft dilan dil ket vî xortî. Ji xort re got ku ji sedema dida girî bila lê bibore!’ Di dilê xwe de digot qey bi zebesekî bê ruh û bê can re sû kiriye, lê nizanîbû bi vî xortê bedew û spehî re jiyana xwe kiriye yek. Xort himbêz kir û got:

- Li min biborîne! Cara yekem e ez xortekî wekî te spehî û bedew dibînim. Ka ji min re bêje tu ins î, tu cins î; tu çi mirovî ku te di sevekê de sertê bavê min daye ber bavê te pêk aniyî û bûyî xwezginiyê min? Ka ji min re bêje, te li ku nav û dengê min û xwesikbûna min bihîstibû ku te çav berda min û heta min neguhest nerawestiyayî?

Xortê ji nava Zebes zaye jî ew himbêz kir û bedenên xwe kirin yek û got:
- Her tistek dema wê heye; dema roja wê were tê her tistî fêr bibî. Niha ne dema van pirsan û bersivdayîna van e. Niha em ji hev re hezkirina xwe diyar bikin û seva xwe bi xêr û kêfxwesî, bi cos û nese biborînin. Dema bibe sibeh wê daweta me lidar bikeve û tevahiya hemwelatiyan wê werin di dawetê de bireqisin, govend û dîlanê bigrin. Wê demê tê li ser banê qesrê li gel heval û cariyeyên xwe temase bikî û ezê jî dakevim nava xort û mêrxasan govendê bigrim û bireqisim. Wê her kesê min bibîne mat bimîne û ji hev bipirse ku ev xortê bedew û spehî kî ye? Zanibe ku tu tenê dizanî ez hevalê te yê jiyanê me. Wê gelek hevalên te yên keç werin gel te û tevzên xwe bi te bikin ku tu çima bi yekî wekî min re sû nekiriyî û çûyî, bi zebesekî re sû kiriyî? Tu çiqasî bidî sermê, çiqasî werî acizkirin û tengavkirin jî pêwîst e tu vê vesareya min (sir) dernexînî derve û ji ti kesî re nebêjî, ‘Ev xort mêrê min e!’ Ger tu li min mukir werî, ezê bibim çûkekî heft rengî û bifirim biçim ku tu heft salan û heft rojan bi heft gopal û heft çaroxên hesin li min bigerî tu min nabînî!
Ro, soz û peyman da ku vesareya wî eskere nake û got:

- Ma ez dîn bûme ku ev qismetê ji ber xwe ve hatiye ji min re, ez bi destê xwe bidim firandin? Ti caran û ti caran ez li te mukir nayêm û te ji xwe dûr nakim û xwe ji te dûr nagrim! Ma di vê dinyê de gelo yekî din ji te çelengtir û spehîtir heye ku ez te ji xwe dûr bixim? Ez ne bi dilekî, bi heft dilan dil ketime te û ti caran vesareya te eskere nakim.

Wê sevê heta berbagnga sibehê her du ciwan, her du dildar û her du evîndar ji xwe re gengese, henek û sihbet kirin. Seva xwe bi kêfxwesî, dilsadî, cos û ken borandin. Dema dîkê berbangê bang da, Zebeso careke din vegeriya nava qalikên xwe û Ro nû dest bi xewê kir. Heta ku rok bejnekê bilind bû û tevahiya dawetiyan hatin li hewsa qesrê kom bûn û dengê def û zirneyan, bilûr û tenbûran di ezmanan re derket jî, Ro hîn di xewê de bû…

Dawî bi banglêkirina cariyeyan ji xew rabû û bi çel tas sîrê miyan lasê xwe ji serî heta jêrî sûst, pist re ket hundirê tasa ava bi misk û amber tê de û xwe pak kir. Dawî cariyeyan cilên wê yên diyariya malbava wê ya nû anîn û lê kirin. Cil tev bi tayên zêr hatibûn dirûtin û bi neqsên zîv û zêr hatibûn xemilandin û ji hevrîsimê Çîn û Maçînê hatibûn qusandin. Ro ya ewqasî xwesik û bedew di nava cilên zîv û zêrînî de sed taq xwesiktir û spehîtir bibû. Dawî derbasî ser sifreya xwarinê bû û ji xwarina bi çel cûreyan hatiye amadekirin, tastê xwar. Pist re bi cariyeyên xwe re derket ser banê qesrê ku temaseyê daweta xwe bike.
Li bexçeyê qesr û qonaxa kurê gavên ji her aliyê welêt mêvan hatibûn. Wekî din ji welatên cînar jî bi sedan mirov hatibûn ku ji xwe re li xwesikbûna keça Padîsah û kurê gavên binêrin. Lê yên ji welatên xerîb hatibûn dema dibihîstin ku ev keçika ewqasî bedew bi zebesekî re sû kiriye, xweziya wan di qirika wan de dima û di cih de sar dibûn, nema dizanîbûn çi bikin û çi bêjin.

Li hewsê ji tenbûrvanan heta bilûrvanan, ji dengbêjan heta sitranbêjan, ji qirdikan heta qesmeran herkes kom bibû û her yekî hunera xwe dadixist holê. Dahol ji milekî ve bi zirneyê re, saz ji milekî ve bi kemançeyê re, tef ji milekî ve bi erbanê re lê dida û her civatek li ber yekê direqisîn, govend û dîlan digirtin û kêf û sahî dikirin. Xizmetkar û cariyeyan bi misînên zîv û zêrîn serbeta ava hinaran û ava sûsê belav dikirin. Tasên dewê cemidî ji destan nediketin. Li aliyê din her cureyên fêkî li ser sifreyan rêzkirî bûn û kî dilê wî/wê çi bixwesta diçû bi xwe radihistiyê û dixwar. Ji hinarên qasûl resî libsêrîn bigir heta hinarên miz û tirs; ji sêvên xelatî bigir heta alesor û hirmî û qarçiyan; ji hejîrên res bigir heta yên zere û girs; ji tiriyê teyfî bigir heta yê mezrone; ji xox û mismisan bigir heta goz û biîvan; çi fêkiyên welatê di navbera du çem û du golan de hebûn tev li wê derê kiribûn lod û herkesî heta di dev û bêvila wî/wê re biavêje jê têr dixwar û cardin vedigeriyan reqs û dîlana xwe. Ji bo kesên dilê wan bixwaze lodên sewze jî hatibûn lêkirin; ji zebes heta petîxan, ji serengo heta tirozî û qitiyan her tist amade bû. Li aliyê din çel distên mezin li kêleka hev rêz kiribûn û gostê çel dawarî tê de dikelandin. Di çel distê din de savar û di çel distên din de jî tirsik (metfûnî) dihat kelandin û bêhneke xwes bi ser dawetiyan diket!
Li aliyekî din ê baxçeyê qesra kurê gavên xort û ciwanên mêrxas û çeleng tîr û rim diavêtin armancê û li hespên keêl swar dibûn bi cirît dileyistin.
Li aliyê dîlan û govendê jî jin û zilam, zarok û kal û keç û xort tev di destên hev de dîlaneke mezin û ges girtibûn û her yek çi hunera wî/wê hebû datanî holê. Tam di dema ku dawet têra xwe ges bibû de, xortekî bedewî spehî yê kesekî nizanîbû ji ku derê hat, ket dawetê û dest bi reqsê kir. Bi hatina wî re rews û xemla wî bi carekê re ronahiya xwe bi ser a rokê xist û awirên herkesî kisandin ser xwe. Reqs û dîlaneke wiha leyist ku herkesî reqs û dîlana xwe berda û temaseyî bejn û bala wî û hunera wî ya reqs û dîlanê kirin. Yê li defê dide, yê li zirneyê dide, yê li tef û erbaneyê dide, yê li tenbûr û ribabê dide tev dest ji karê xwe berdan û hatin li pêsiya vî xortî rawestiyan û destpê kirin, ji bo wî hunera xwe raxistin ku bikaribin bigihêjin dewlemendiya hunera wî…
Di wê bêhnê de heval û cariyeyên Ro yên li ser qesrê li kêleka wê rûnistî, dema çav li vî xortê ji nediyariyê hatiye ketin, her yek ne bi dilekî, bi heft dilan dil ketin vî xortê bedew û spehî û her yekê ji aliyekî ve li nava serê Royê dan û gotin:

- Pepûkê, qijikê, tu keça Padîsahê vî welatî bû; ji te re xortekî wekî vî spehî û çeleng pêwîst bû! Te ji xwe re ev xortê bedew nekir, tu çû bi zebesekî re sû kir! Ma mirov wekî te dike? Qey te hisê xwe xwaribû?

- Lê binêre çiqasî xortekî çeleng e!? Li wan çavan binêre, li wan milên fireh binêre, li wê bejna zirav û tenik binêre, li wê bejn û balê binêre! Ma mirov diçe bi zebesekî kall re sû dike? Te ji xwe re ev xort bixwesta ku heta heyî tu pê sa bibayî û serbilind û dilsadbayî! Li te pepûkê, ma qey te hisê xwe bi nan û penêr xwaribû ku te çû kurê gavanekî kir? Te çima ev xort nekir?

Ne yek, ne du, ne deh… yer yekê ji aliyekî ve li nava serê Royê dan û jê re gotin ku çi qijik û pepûk e ku çima bi vî xortê spehî û bedew re sû nekiriye û çûye bi zebesekî kurê gavanê welêt re sû kiriye. Ewqasî gotinên xwe dubare û sêbare kirin ku hisê wê xwarin, mejî di serê wê de nehistin û ew ji hal de xistin, kelegirî kirin. Dawî Ro ya bêbext hew dikarîbû li ber xwe bide û qêriya got;

- Hûn bimrin jî, biteqin jî ew xortê hûn qalê dikin, ew mêrê min e, Zebeso ew bi xwe ye!

Dema wiha got; ji nivskê ve dawet tev rawestiya û bêdengiyeke ji ya berya qiyametê bêdengtir ket ser hewsa qesra kurê Gavên û di wê bêhnê de ew xortê spehî yê ji nediyariyê hatibû, bi carekê re bû çûkekî heft rengî û fir da xwe bi hewa ket û firiya çû!

Keça Padîsah ji ser banê qesrê rabû ser xwe û qêriya, got:

- Çû, çû; çûkê min firiya çû; zû wî bigrin…

Lê kesekê/î wate neda van gotinan û herkes awirên wan li jorê daliqandî man, li firîna çûk nêrîn û ti wate nedan bûyerên diqewimin.

Dîsa di wê bêhnê de ewrên res û tarî ji navsera çiyan xwe berdan û hatin girtin ser tevahiya welatê di navbera du çem û du golan de. Dinya wiha tarî bû ku dawetiyan tilî bixista çavên hevûdu kesî kesek nedidît. Dawetî tev belav bûn û her kes bi çavkorî rêka mala xwe girtin.

Di wê bêhnê de keç û jinên cer û serbikên xwe biribûn ser kaniyê avê dagrin, dîtin ku li cihê ava spehî aveke sor û xwînî diherike û cer û serbikên wan vala vegeriyan malên xwe.

Dîsa di wê bêhnê de bêrîvanên li ber bêriyê ji mîh û bizinan sîr didotin dîtin bi carekê re ji guhanên pez ne sîrê spî, xwîn tê dotin û dev ji dotinê berdan û berê xwe dan nava bajêr ku bên malên xwe.

Zû, ne dereng salox gihist Padîsah û jê re gotin, li welatê wî tofanek rabûye û ji kaniyan ava sor diherike, ji pez xwîn tê dotin û ewrên res û tarî girtine ser her alî ku çav çavan nabîne!

Padîsah civata sêwirmendên xwe li dar xist û yek bi yek raya wan girt ku dikarin çi bikin. Sêwirmendên wî kesên rîspî û zanyar bûn; têdigihistin ku li welatê wana tistên ne asayî bi rê ve diçin û ji bo vê ji Padîsah re gotin ger çi hatibe serê wana û welatê wana keça wî Ro pê dizane!

Li ser vê yekê Padîsah bi wezîr û sêwirmendên xwe re derket derve û berê xwe dan qesr û qonaxa keça xwe.

Di wê bêhnê de Ro bi cariyeya xwe ya herî zêde bawerî pê dianî re çûbû gel serhesinkarê bajêr û ferman dabûyê ku heta sibehê jê re heft çarovê hesin û heft gopalê hesin çêbike û bîne bide wê. Serhesinkar, sagirt û hesinkarên dinasîn tev kom kirin û dest bi çêkirina heft çarox û hevt gopalên hesinî kir.
Ro dema vegeriya qesrê dît ku va ye bavê wê, wezîr û heyeta sêwirmendan tev li hêviya wê rawestiyane. Ro dema çav li bavê xwe ket, xwe avêt himbêza wî û têr giriya. Pistî ku rondik hew ji çavên wê bariyan, li kêleka bavê xwe rûnist û jê re ta bi derziyê vekir.

Roja ku wê guheztin û anîn qesrê çawa da girî û ji binê kulînê çawa zebesê pê re sû kiriye derxistiye û çawa dest bi gazindan kiriye, zebes çawa ji nivskê ve qelisiye, xortekî heta wê rojê xortên wekî wî spehî û bedew nedîtiye çawa ji nava zebes derketiye û çawa pê re axiftiye, vesarteya xwe çawa jê re vegotiye û çawa gotiye ger lê mukir were wê bibe çûkekî heft rengî û ger heft sal û heft rojan bi heft gopal û heft çaroxên hesin lê bigere nabîne û sibê çawa daketiye dawetê û govend girtiye, dema ew di govendê de hevalên wê yên keç bi pitepit û gazindan çawa mejiyê serê wê xwarine û hisê wê ji serê wê birine û ew jî mukir hatiye û gotiye, ‘Ev xortê hûn qalê dikin mêrê min Zebeso ye!’ û di wê bêhnê de Zebeso bûye çûkekî heft rengî û firiyaye çûye û bi wê bêhnê re jî ewrên res û tarî girtine ser welêt û ji kaniyan ava sor, ji guhanên pez jî xwîn herikiye û li ser vê yekê çûye gel serhesinkar û ferman daye heta sibehê jê re heft gopal û heft çaroxên hesin çêbike, ji bo bi berbangê re, bi rê bikeve û li çûkê xwe yê heftrengî bigere!...

Bi vî awahî Padîsah, wezîr, heyete sêwirmendan û keça padîsah Ro sêwra xwe kirin yek û Ro xatir ji wana xwest ku bi berbangê re bi rê bikeve û li hevalê xwe yê jiyanê bigere!

Dema bû sibeh serhesinkar heft gopal û heft çaroxên ji hesinê pola çêkirine anîn û dan keça padîsah. Ro çaroxeke hesinî xist lingê xwe, gopalekî hesinî hilgirt destê xwe û yên din tev xistin tûrê xwe, kîseke zêr girt cem xwe û xatir ji malbata xwe xwest û berê xwe da ser rêka derdikeve derveyî bajêr.
Bi derketina wê re padîsah ferman da wezîr ku li tevahiya welatê di navbera du gol û du çeman de belav bike; heta keça wî bi zilamê xwe re venegere ser vê xakê, ew li tevahiya welêt sînê beyan dike. Heta wê rojê wê ne kes sû bike, ne dawetan li dar bixe, ne dilê xwe bi tistekî sa bike û ne jî sahî û kêfxwesiyekê li dar bixe. Û roja keça wî û zilamê wê vegrin, kî vê saloxê destpêkê bigihêne padîsah wê tevahiya zêrên di xezîneya xwe de li ber wana raxîne û qasî dilê wana bixwaze wê bikaribin jê ji xwe re bibin!

Wezîr di nava bîst û çar saetan de ev agahî gihand tevahiya sêniyên li welatê di navbera du gol û du çeman de cih digre û di demeke kin de ev salox ji welatê Ariyan heta welatê Samiyan, ji welatê di navbera sê behran de heta welatê hevrîsim û kehrîbaran belav bû…

***
Ro ji welatê bavû kalên xwe, ji xaka dê û dapîrên xwe veqetiya û ket ser rêka xerîbiyê. Çem û robar qut kirin; bi lotkeyan di ser ava gola mezin re derbas bû; di navser û neqebên çiyayên bilind û asê re, di geliyên kûr û newalên fireh re mesiya. Zozan derbas kirin daket beriyan, di qelaç û kiryan re berê xwe da çol û cebelan. Ji bejahiyê hilkisiya nava daristanan; ji bax û bistanan daket nava gul û gulistanan. Roj bû di ser sitiriyan re mesiya. Roj bû di nava av û leyiyan de rêve çû. Roj bû li ser berf û li ber seqemê raza. Roj bû bi ba û bahozan re pevçinî. Roj qulipîn, hefte derbas bûn, meh zîvirîn, demsal boriyan û di dawiya sala yekem de gopalê wê yê di destê wê de qelist û hew dikarîbû ji xwe re bike destek. Di wê bêhnê de nêrî ku sola di lingê wê de jî tev mihiyaye û binê wê kun kunî bûye.

Li ser latekê rûnist û pêlava xwe (sola xwe) ji lingê xwe kir; ji tûrikê xwe soleke nû derxist û xist lingê xwe. Gopalê qelistî danî kêlekê û gopalekî nû hilgirt destê xwe û careke din ket ser rêkê ku li hevalê xwe yê jiyanê, li çûkê xwe yê heft rengî bigere,

Li ber tavên germ ruyê wê kizirî, li ber sermayên dijwar tenê wê çilmisî. Porê wê ji nesûstinê bû gijikî; nenûkên wê tev sikestin û lêvên we tev terikîn. Bi sev stêrk ji xwe re dikirin rêber, bi roj li roka wekî navê xwe bi xêr û bêr dinêrî û dimesiya. Ji çalên bê werîs û bê dewl, ji hewdên têr zîro û kurm av vexwar û bi pelçîmên dar û deviyan, bi giyayê zozan û beriyan zikê xwe têr kir. Roj bû li mala gavanekî, roj bû li konê sivanekî bû mêvan. Di kêleka gundan re derbas bû; di ser bajaran re qulipî; li qesr û qonaxan rast hat; lê ti caran baweriya xwe nesikand ku nikare çûkê xwe bibîne. Çi bi serê wê hat, kir tawana xwe û her di dilê xwe de got, ‘Yezdan qismetekî bedew dabû min, lê min qiymetê wî nezanî û ji dest xwe berda; çi were serê min heqê min e!’

Li welatê xeribiyê saleke din û yeke din û yeke din derbas kir. Di xelaseka her salê de coteke pêlav û gopaleke hesinî mihand û yên nû bikar anî. Li gelek mirovên camêr û li gelek dayikên dilperitî û