Abdulkadir BÎNGOL


“KULÎLKÊN BAXÊ BOTAN” Hem gulan û hem jî kulan vedibêje


Pirtûk bi têgihîstina “tistê ku gelan dike gel bîra gistî ye. Ev bîr jî bi sedsalan û hezarsalan pêk tê. Bas û ne bas çi tistên ku tên serê wî gelî di wê bîrê de kom dibin. Her nifsek van tistan radigihîne nifsê pistî xwe. Nifsên nû jî li gor vê rabirdûyê tese digirin” hatiye amadekirin û wesandin.


Sedemên wesandina vê pirtûkê jî wiha hatine diyarkirin: “Gelek rêyên ragihandinê hene. Me kurdan jî heta niha ragihandin bi wêjeya xwe ya devkî pêk aniye. Ji ber sedemên tên zanîn ragihandina nivîskî zêde bi pês neketiye.

Ragihandinên devkî jî bi demê re diguherin û bi piranî tên jibîrkirin. Ji bilî hin kesayetî û bûyerên pir girîng tistên ku gelê me jiyaye di bîra gistî de kom nebûne. Bîrên herêmî çêbûne û her yekê li gora herêma xwe tese girtiye. Ev rews jî îro di gelek waran de dibe asteng, pêsiyê li lêkolîn û xebatên berfireh digire. Tevî ku îro gelê kurd di gelek qadan de pês ve çûye, bûye xwediyê derfetên bas jî, gelek caran esîrparêzî û herêmparêzî derdikeve pêsberî me. Sedem jî ew rewsa ku me qal kir e. Ji bo ku em ji vê rewsê rizgar bibin û bîreke gistî ava bikin divê em wan bîrên herêmî bigihînin hev.”


Wek ku hatiye diyarkirin ev pirtûk xebateke herêmî ye. Lê gelek kesên ku bûne malê raya gistî ya kurd jî tê de cih digirin. Wek Îsmaîl Ebû’l Îz El Cezerî, Melayê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî, Seîdê Hemo, Orhan Dogan û gelekên din. Gelek kesên ku di pirtûkê de cî girtine bi serê xwe mijara lêkolînên dûr û dirêj in. Dîsa mirov dikare rewsa kurdan ya gelemperî jî di jiyana van kesan de bi rihetî bibîne. Têkçûn û serkeftin wek cêwiyan e. Gelek bûyer û jiyanên trajedîk jî hene. Mirov dikare jiyana Seîdê Hemo (Seîd Axayê Cizîrî) wek mînak nîsan bide. Pêsiyê serî radike û li ser welat dibêje, lê pistî misextî û neçariyê dibêje: “Kemal e Kemal e wer lê lê / Kemal e Kemal e wer lo lo”.
Pirtûk her çi qas ji portreyan pêk bê jî gelek serpêhatî, çîrok, stran û çêjên gelêrî jî di pirtûkê de cihê xwe girtine. Yên ku pirtûkê bixwînin wê tenê çîrokeke rijî ya jiyana wan kesan nexwînin. Wê di nav pirtûkê de gelek qadên jiyanê jî bibînin. Carina wê bi feqiyan re biçin medreseyê, carina jî wê bi dengbêjan re ji kula dilê xwe bistrên.


Ev berhem di encama xebateke dûr û dirêj de û bi kedeke zêde hatiye amadekirin. Ji bo lêkolînên dîrokî û herêmî çavkaniyeke têr û tije ye.
Pirtûk ji aliyê Abdulkadir Bingol ve hatiye amadekirin û Enstîtuya Kurdî ya Amedê jî wesandiye. Ji 300 rûpelan pêk tê. Ebadên wê 13,5 x 21 cm. ne. Bihayê wê 10 YTL ye.

Enstîtuya Kurdî ya Amedê